- Piştî bi 6 mehan Zrîng li xwînerên xwe û li meydana Kurdî vegeriya; lê ji ber ku xelkê xwest mîzah be, ji formata xêzeromanê xwe dûr xist û êdî hem nivîskar û hem jî xêzkerên wê, wê mîzahê bikin.
Kovara xêzeroman a qerfî Zrîng, berê mehê carekê derdiket, lê ji ber şewba vîrusa koronayê ji Adara bihurî ve navber dabû weşanê. Lê li ser daxwaza xwînêran hejmara nû ya Zrîngê bi Kurmancî derket. Rojnameya me jî heta Adarê, Zrîng li Ewrûpayê diweşand û digihand xwînerên xwe.
Di hejmara Cotmehê de kovarê bal biriye ser gotinên Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê dewleta Tirk Berat Albayrak ê ku gotibû, ‘Serê me ji dolaran naêşe’, hedefgirtina kedkarên tenduristiyê, nijadperestî, ji helîkopterê avêtina welatiyan, û gelek mijarên din. Kovarê bi hejmara nû nivîskar, wenesaz û xêzkarên xwe zêde kirine û rûpelên xwe kêm kirine.
Di vê hejmara 7’an de xêzkar Mustafa Yaman rûpela xwe ya bi navê ‘Bê Welle’, Zehra Dogan bi ‘Xaltika Necîma’, Bunyamîn Karakoç bi ‘Dîtin û Gotin’ , Servet Şêr bi ‘Pozbilind’ , Mazlûm Dijî bi ‘Moz’, Eşref Mûmcû bi ‘Mexlûqatên Eşref’, ‘Tirşik’, ‘Sosretîk’, ‘Melle’, ‘Tabletên Beredayî’, ‘Evînên Sist’, Mehmûd Erbey û Mustafa Yaman bi ‘Xeto’, Hakan Esen bi ‘Belengaz Behrî’ , Zindan bi rûpela xwe ya 'Berçem û Siyaland' bi xêzên xwe, Şêx Zubêr bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Xwezî’, Îkram Balekanî bi nivîsa ‘Mi Go’, Ozgur Amed bi nivîsa ‘Xalê Weysî dimeşe, korona jê diweşe’, Mem Aliyê Kamûr bi nivîsa ‘Ewraq Bûro’, Azad Kûtî jî bi nivîsa xwe ya 'Meselokên Me' bal bire ser mijarên cûrbicûr.
Dilê xwîneran nehiştin
Midûrê Karên Nivîsê yê Kovarê, Rojhat Bîlmez li ser hejmara kovarê ya nû dibêje, “Ji ber pêvajoya pandemiyê me navber dabû weşana xwe. Şeş meh derbas bûn. Li ser e-maîl û medya civakî gelek peyam hatin da ku kovar dewam bike. Me jî dilê wan nehişt û weşana xwe dîsa da destpêkirin û hejmara xwe ya 7’an amade kir.”
Zrîng li mîzahê vegeriya
Bîlmez da zanîn ku hejmara nû bi formateke nû derketiye û got, “Me naveroka kovara xwe guhert. Me bi xêzeromanê dest bi weşanê kir, lê daxwaza gel zêdetir mîzah bû. Ji ber wê me jî ji serî heta binî kovara xwe guhert. Hem xêz û hem jî nivîs wê mîzahî bin. Berê 32 rûpel me derdixist, lê niha me daxist 28 rûpelan. Heke xwestek zêde bibin, em ê rûpelan dîsa zêde bikin. Dîsa hejmara nivîskaran me zêde kir. Herçî xêzkirin e jî bi pirranî me ciwan hilbijartin, ji bo ku me xwest ciwanan di warê Kurdî de xwe bi pêş bixin."
Zrîngê ji hunerê xwe bêpar nehêlin
Bîlmez bang li ciwanan kir, nexasim kesên ku hem xêz hem jî nivîsên wan xurt bin, li ser hesabên wan ên medya civakî ji wan re bişînin da ku di kovarê de cih bidine wan. Bîlmez li ser hejmara nû û naveroka wê jî herî dawî got, “Me di berga kovarê de cih da Wezîrê Aboriyê û Darayî yê digot, ‘Serê me ji dolaran naêşe’ lê hikûmet bi taybetî danûstandinên xwe li ser dolar û euroyan dike. Ev yek jî aboriya gel elaqedar dike.” Bîlmez xwest, gel xwedî li kovarê derkeve û got, “Ji ber ku kovara me di warê mîzaha Kurdî de kovara yekemîn e, em dixwazin gel piştgiriya kovara me bike.”
MA/AMED