Bi kîsikan heqareta li cenazeyan

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 20:26

  • Hikûmeta Iraqê cenazeyên 16 şehîdên fermana 3´yê Tebaxa 2014´an di kisîkên naylonî yên cenazeyan de dan malbatan. Malbat û xelkê Şengalê vê weke heqaret û bêrêzî beramberî civaka Êzîdî û şehîdên fermanê dibîne.

BERÎVAN ŞENGALÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê, cenazeyên 16 qurbaniyên Şengalê bi torbeyan radestî malbatên wan ên li Şengalê kir û xwestin wiha bibin veşêrin. Civaka Êzîdî li hemberî vê rewşê bi hêrs e û vê rewşê weke bêrêziya li hemberî şehîdên fermanê, dinirxînin.

Tevî ku di ser fermana 3´yê Tebaxa 2014’an a li dijî civaka Êzîdî ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê re bêhtirî 8 salan derbas bûne, hîna jî birînên civaka Êzîdî nehatine pêçan. Herî dawî Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê cenazeyên 16 qurbaniyan xistin kisîkan û ji malbatan xwest tabûtan bikirin. Civaka Êzîdî vê rewşê li hemberî xwe weke bêrêzî dibîne.

Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî civaka Êzîdî, civaka Şengalê hewl dide birînên xwe bipêçe. Tevî miracaetên civakê jî, hikûmeta Iraqê heta îro tenê hejmareke kêm a gorên bi komî vekiriye. Ji bo were zanîn cenaze aîdê kê ne, cenazeyên ji van gorên komî derketine jî şandine Bexda û Mûsilê.
Heta niha gorên bi komî li Koço û Qinê hatine vekirin. Bi sedan gorên bi komî mane ku li benda vekirin û tesbîtkirina kesên windabûyî ne.
Tevî êş û azarên civaka Êzîdî tên zanîn jî siyaseta hikûmeta Iraqê ji bo dermankirina van birînên civaka Êzîdî bi pêş neketiye û ne pêşî li êrişên hewayî girtiye, ne jî ji biryara pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê gav bi paş ve avêtiye. Tevî vê zilm û xeterê, nina jî bûyereke sosret rûda.

Tabûtan hûn bikirin

Hikûmeta Iraqê beriya demekê cenazeyên 16 kesan ên ku ji gorên bi komî hatibûn derxistin, biribûn Mûsilê û testa DNA’yê li ser wan dabû kirin. Piştî vê yekê, cenaze xistin kisikên cenazeyan û ji malbatên wan re jî gotin; “Hûn bi xwe ji bo wan tabûtan bikirin û veşêrin.” 
Ev nêzîkatiya rayedarên hikûmeta Iraqê ji aliyê civaka Êzîdî ve hate şermezarkirin û hate gotin, “Iraqê careke din nîşan da ku me ji hemwelatiyên xwe nabîne. Xwedî li me û miriyên me jî dernakeve.”

Di 24’ê Cotmeha 2022’yan saziya Tiba Edlî ya Mûsile hestiyên 16 kesên ku qurbaniyên fermanê bûn, di nav kisîkên cenazeyan teslîmî malbatên wan kirin. Li şûna hikûmet tabûtan bide, ji malbatan xwest tabutan bixwe bikirin û cenazeyan veşêrin.

Li malbatan zilm kirin

Ziyad Xelef Faris ji bo cenazeyê birayê xwe Yusif Xelef Faris û kurmamê xwe Murad Xeles Hisên wergire, çûbû Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê.
Ziyad Xelef Faris nerazîbûna xwe ji rewşê anî ziman û got; “Merkeza Baac (polêsên Iraqê) telefonî me kir. Ji me re gotin, biçin Tiba Edlî ya Mûsilê. Em çûn wê derê. Polês li wir bû. Ji me re got, herin rahêjin cenazeyên xwe. Em çûn, me dît ku bi kisîkên naylon pêçane. Me got, em biçin tabûtan bînin. Qelebalixî zêde bû. Wê rojê tabût jî kêm bûn. Li ser me zext kirin û gotin, werin hestiyên miriyên xwe bibin. Me jî got, ka tabûtê bînin da ku em bixinê û bibin. Nedan me. Me bi xwe tabût kirîn û hestiyên miriyên xwe xistin wan û ew birin malê. Her 16 şêniyên me yên hestiyên wan di destê wan de bûn, wiha li wan kirin û eynî zehmetî û sosret anîn serê malbatan hemûyan.”

Şengal wê xwedî li şehîdan derkeve

Zîyad Xelef Faris got, hikûmeta Iraq’ê pirr bêrêz nêzî şehîdên wan bûye û wiha pê de çû; “Li gel hikûmeta navendî rêz ji bo Êzîdiyan nîne. Muxateb jî nagire, lê jî nanihêre. Wiha nêz nebûya, ev tişt jî nedihatin serê me Êzîdiyan. Rêz bi me Êzîdiyan nakin. Şehîdên fermanê yên me hemûyan in, ne tenê yê malbatekê ne, yê miletî hemûyî ne. Ji ber wê, miletê me jî divê xwedî li vê mijarê derbikeve.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.