Bi kêrê 10 kes kuştin
Duşem 8 Tebax 2022 - 21:39
- Li parêzgeha Kirman a başûrê Îranê di encama êrîşek bi kêrê de 10 kes mirin.
Li parêzgeha Kirman a başûrê Îranê di encama êrîşek bi kêrê de 10 kes mirin. Li gorî Wekîlê Waliyê Refsencanê, Huseyîn Rezayî ji ajansa IRNA’yê ragihandî, bûyer pêr qewimiye. Kesekî Efxan, ji ber pirsgirêkên ferdî bi kêrê 10 kes kuştine û kesek jî birîndar kiriye. Li gorî heman çavkaniyê tohmetbar hewl da bireve, lê hatiye girtin. Rayedaran got, tohmetbar madeyên hişbir bi kar tîne.
TEHRAN