HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Bûn milîtanên pêşeng ên meşa azadiyê ya gelê me."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"23'ê Tebaxa 2020'î li qada Serhedê di êrîşa dijmin de hevrêyên me yên hêja Cemîl Cîgerxwîn û Şervan Dirêj şehîd bûn.
Hevrêyên me Cemîl û Şervan ku piştî tevlî nava refên gerîla bûn di her kêliyê de hewl dan xwedî li bibîranîna hevrêyên me yên şehîd derkevin û armancên wan pêk bînin, bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Ji bo gerîlatiya serdema nû bi cih bê anîn, bi fedakarî û biryarariyeke mezin têkoşiyan, ti carî xwe têrker nedîtin û her tim hewl dan xwe bi pêş ve bibin. Bi van taybetmendiyên xwe ji xwe re kirin pîvan ku biçin qadên herî zehmet û lê têbikoşin. Hevrêyên me Cemîl û Şervan di nava têkoşîna me ya azadiyê de xwe bi keda xwe nirx afirandin. Di salvegera şehadeta wan de em wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Hevrêyê me Cemîl Cîgerxwîn, li bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Sala 2011'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Hevrêyê me Cemîl di kar û çalakiyên vê demê de wezîfe û berpirsyariyên xwe hemû bi rengekî hêja bi cih anî, bû xwedî sekneke milîtanî. Tevî ku di şerê giran de birîndar bû, nêzîkatiyeke welê nîşan da ku têkoşîna xwe her tim mezin bike. Di nava pratîka şerê giran de bi bawerî û dilsoziyeke mezin xwe li rastiya hevrêtiyê ya PKK'ê girt. Ji bo karibe gerîlayekî serketinê Yê Rêber Apo ku têk naçe û ji rastiyê şaş nabe, timî xwe perwerde kir.
Hevrêyê me Şervan li gundê Axçira yê navçeya Adilcewaz a Bedlîsê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di sala 2012'an de bi 7 hevrêyên xwe re ji qada Şaxê ya Wanê bi rêxistinkirî tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêyê me Şervan ku di her qada jiyanê de xwe berpirsyar didît, bûye xwedî sekneke mîlîtanê Apoyî. Ji kêliya ku tevî nava gerîlayên azadiyê bûyî heta kêliya ku şehîd bûyî, carekê jî coşa xwe ya şoreşê winda nekir û li ser van esasan bûye xwedî pratîkekî serkeftî.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne;
Cemîl Cîgerxwîn (Şemsettîn Delayîmîlan), li Makuyê jidayîk bûye, 23’ê Tebaxa 2020’an li Serhedê şehîd bû.
Şervan Dirêj (Huseyîn Kesercî), li Bedlîsê jidayîk bûye, 23’ê Tebaxa 2020’an li Serhedê şehîd bû.
BEHDÎNAN