- Hunermend bi malzemeyên cur bi cur peykeran çêdikin. Hin ji wan bi keviran û hin ji wan bi hesinan çêdikin.
Hunermend bi malzemeyên cur bi cur peykeran çêdikin. Hin ji wan bi keviran û hin ji wan bi hesinan çêdikin. Patrick Alberto Vraja, xwe bi xwe fêrî çêkirina peykeran kiriye û malzemeya wî jî kaxiz e. Ew bi kaxizan peykerên ajalan çêdike û modelên ji hev cihê diceribîne.
Alberto Vraja li Romanyayê dimîne û 24 salî ye. Ew ji piçûkatiya xwe ve ji hunerê orîgamî hez dike. Destpêkê wî teyareyên ji kaxizan çêkirine, lê bi demê re xwe bi pêş xistiye û ji kaxiz peykerên ajalan çêkirine. Wî herî dawî jî kundekî ji kaxiz çêkiriye. Jixwe, dema mirov li kundê wî dinihêre, mirov dibîne ku wî hûrgiliyên kund hemû çêkirine û kêmasiyek nehiştiye.
Alberto Vraja dema van peykeran çêdike, tenê li xwe nafikire, her wiha ew vîdeoyên xwe jî parve dike da ku xelkê temaşe dike jî fêrî vî karî bibe. Alberto Vraja dibêje, “Ez bi awayekî plankirî naxebitim, her tişt xwezayî ye. Rojekê xezalekê, rojekê jî dikarim bi kundekî re mijûl bibim. Ez ji derûdora xwe jî îlhamê digirim û ev yek berê min dide hunerê orîgamî.”
BUKREŞ