Bi hişmendiya dîrokî tevgeriyan

Duşem 30 Hezîran 2025 - 03:45

  • HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bûne bi bîr anî û got:“Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku wan dewrî me kirine, bi hişmendiya ku bibin layiqê hemû şehîdên xwe tevbigerin.”

HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bûne bi bîr anî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:“Em hevrêyên xwe Bêrîtan, Brûsk, Hîvda, Dijwar û Qehreman ku di Hezîrana 2019’an de li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştin şehadetê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me ku bi hişmendiyeke mezin a welatparêziyê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih tînin, bi tevlîbûna xwe ya bê dudilî re karîn bibin milîtanên fedaî yên Apoyî. Hevrêyên ku li dijî êrîşên artêşa Tirk bi hişmendiya dîrokî tevdigeriyan û di pêkanîna taktîkên demê de israr kirin, li qadên herî dijwar bi erkên şoreşgerî rabûn. Hevrêyên me yên têkoşîna fedaiyane esas girtin û ji vê xwe nedan paş, karîn wateyeke mezin bidin her kêliya têkoşîna xwe û bigihijin serketinê. Ji bo vê jî hevrêyên me Bêrîtan, Brûsk, Hîvda, Dijwar û Qehreman ku di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin, ji bo me jî wê bibe sedem ku em hê bêhtir têbikoşin. Em soza xwe nû dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyên me yên bi nirx ku destkeftiyên gelê me bi berdêla jiyana xwe parastin û dewrî me kirine bi hişmendiya ku bibin layiqê hemû şehîdên xwe tevbigerin. Em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe Bêrîtan, Brûsk, Hîvda, Dijwar û Qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Gihiştin astên bilind ên mirovî

Hevrêya me Bêrîtan li gundê Êrkendê ya herêma Garisa ya Botanê ku bi welatparêziya xwe navûdeng e, hate dinê. Di sala 2008’an de weke şoreşgerek profesyonel ji her tiştê sîstema dewleta Tirk dûr ket û tevlî nava refên PKK’ê bû. Tiştên ku ji hevrêyên xwe û tevgera jina azad fêr bûyî, ji bo weke gerîlayeke YJA Starê pratîk bike xwest biçe qadên ku şer lê germ. Li ser vî bingehî derbasî herêma Metîna bû. Hevrêya me Bêrîtan weke fermandarek ku tecrubeya xwe ya girîng a bi salan bi hemû hevrêyên xwe re parve kir, şervanên xwe xurt kir, ew perwerde kirin û ji serketinan re amade kir û bi vî rengî bi rola xwe rabû. 

Ewladê malbateke kedkar hevrêyê me Brûsk li navçeya Qelqelî ya Wanê hate dinê. Sala 2015’an li Amedê, tevlî nava refên gerîla bû. Pîvanên fedayîtiyê û fedayîtiya bêdawî ya ku di wan de zindî bû, esas girt. Kir armanc ku mîna wan bibe milîtanek fedayî yê Apoyî. Li ser vî bingehî bala xwe dayê ku bibe endamê Hêzên Taybet û di encama perwerdeyên dîtî de gihişt vê armanca xwe. Hevrêyê me Brûsk li her qadê û di her wezîfeya girtî ser xwe de, bi ruhê fedayî yê Apoyî beşdarî xebatan bû û ji bo serketinên mezin bû xwedî rol.  

Hevrêya me Hîvda di nava malbateke ji eşîra Pîrosî ku yek ji eşîrên qedîm a Botanê ye, li navçeya Elkê ya Şirnexê hate dinê. Sala 2015’an de hevrêya me tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Hîvda her tim bi enerjiya xwe ya jiyanê û hevrêtiya ji dil hêz dida hevrêyên xwe. Di her kêliyê de bi xwe re şerekî mezin meşandine’ û bi ruhekî fedaî beşdar bû. Weke jineke azad xwe di pîvanên PKK - PAJK'ê de ava kir û di xeta YJA Starê de weke gerîlayek bi tecrube serketin bi dest xist. 

Hevrêyê me Dijwar li gundê Leterê yê girêdayî navçeya Kop a Mûşê ji dayik bû. Sala 2015’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.Hevrê Dijwar fêm kir ku gerîla ne tenê hêzek artêşê ya çekdar e, di heman demê de pêşengên jiyana azad in ku jiyana azad diafirînin, dijîn û diyarî hemû gele me dikin. Bi vê hişmendiyê, hewl da ku xwe veguherîne milîtanekî fedaî yê Apoyî ku gihîştiye astên bilind ên mirovî. Hevrêyê me Dijwar ku gerîlayekî ji pêşketinê re vekirî û xwedî potensiyeleke xurt bû, li herêma Çilûçar a Xakûrkê ku bi fedekarî lê têdikoşiya di 6’ê Hezîran 2019’an de, di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. 

Hevrêyê me Qehreman li warê berxwedanê ku bû sembola têkneçûyînê ya vîna Apoyî, li Kobanê ji dayîk bû. Sala 2015'an de li Kobanê tevlî nava refên berxwedanê bû. Hevrêyê me cihê xwe di Berxwedana Kobanê de girt ku bi berxwedana xwe ya bêhempa di dîrokê de cih girt û ji hemû gelên bindest re bû mînak. Bi rengekî aktîf di paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê ji Rojava û Şengalê de cih girt. Weke milîtanek fedayî yê Apoyî, bû yek ji şehîdên me yên ku di dîroka lehengiyê de cih girtin.’’

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Bêrîtan Harûn (Bêrîvan Araz), li Sêrtê jidayîk bûye, 15’ê Hezîrana 2019’an li Metîna şehîd bû. 

Brûsk Andok (Yusuf Buluk), li Wanê jidayîk bûye, 4’ê Hezîrana 2019’an li Xakurkê şehîd bû. 

Hîvda Pîrosî (Rojbîn Akdogan), li Şirnexê jidayîk bûye, 6’ê Hezîrana 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Dijwar Leter (Cavît Alpaslan Kilinç), li Mûşê jidayîk bûye, 6’ê Hezîrana 2019’an li Xakurkê şehîd bû. 

Qehreman Kobanê (Mistefa Henîfî), li Kobanê jidayîk bûye, 17’ê Hezîrana 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.