Bi hezaran kesî dewleta Tirk protesto kir

Sêşem 6 Îlon 2022 - 01:06

Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Kantona Kobanê bi hezaran kes meşiyan.

Ciwanên Partiya Sûriyeya Siberojê ya li herêma Firatê bi beşdariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û bi sedan şêniyan xwepêşandanek li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê, li ketina Sirînê ya li başûrê Kobanê li dar xist û xwepêşander ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Sûcê herî dawî jî, rayedarên dewleta Tirk hestiyên şehîd Hakan Arslan din kîsekî de da dest bavê wî Alî Riza Arslan. Hakan Arslan sala 2016'an li navçeya Sûra Amedê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûbû. 

Beşdaran wêneyên bavê şehîd Hakan Arslanî bilind kir.

Piştî xwepêşander gihiştin qada Şaredariya Gel a li Sirrînê, wan li vir daxuyaniyek da. Endama Ciwanên Partiya Sûriyeya Siberojê Nadiya Agasî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewna xwe ya Osmanî vegerîne û ji bo wê gel topbaran dike û demografiya herêmê diguherîne.

 

Şerê şoreşgerî yê gel armanc e

Di dawiyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê hatin şermezarkirin.

Li aliyekî din jî serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyê Siberojê li herêma Firatê Ferhan Hec Îsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û welatiyên wê şermezar kirin.

Hec Îsa got, "Bi dehan welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira yekîtiya xaka Sûriyeyê de canê xwe dan. Zilm û zor qebûl nekirin. Ji ber wê, dewleta Tirk a dagirker dizane ku êdî dirûşma ‘Şerê gel ê şoreşgerî’ bûye armanca welatiyên herêmê."

Hec Îsa soz da ku ew di projeya xwe ya demokratîk de dewam bikin û ew ê li dijî her kesê hewl dide tevliheviyê li herêmê çêke, bisekinin. ANF/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.