Bi hezaran kes hilkişiyan Gilîdaxê
Çarşem 10 Îlon 2025 - 15:30
- Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Çiyayê Gilîdaxê ku her sal ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi deh hezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana wê dikin.
Çiyayê Gilîdaxê ku li navçeya Bazîd a Agiriyê ye, yek ji girîngtirîn deverên çiyageriyê yên cîhanê ye. Di heşt mehên pêşîn yên îsal de ji bo geştyarên xwecihî û biyanî yên ku bi çiyageriyê re eleqedar dibin bûye cihekî bivênevê. Çiyayê Gilîdaxê ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê çiyayê herî bilind e, di heşt mehên pêşîn ên salê de 30 hezar kes hilkişiyanê. Çiyayê Gilîdaxê ku bi qeşayên xwe yên 400 metreyî di warê xwezayê de û ji ber tê gotin di Tofana Mezin de malovaniya keştiya Nûh kiriye di warê baweriyê de navendeke girîng e, îsal ji Amerîka, Sovenya, Çekya, Almanya, Îtalya û ji Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran geştyar ezimandin. Çiyayê Gilîdaxê ku bi qasî 25 milyon sal berê di serdema Mîosenê de ji teqînên volkanîk pêk hatiye û ji ber bilindbûna xwe bala çiyageran dikişîne, rawestgeha yekem a kesên ku ji bo hilkişîna Çiyayê Gilîdaxê tên navçeya Bazîdê ye.
Geştyarên xwecihî û biyanî ku digihîjin navenda bajêr, bi otomobîlan ber bi Çiyayê Gilîdaxê ve diçin ku 20 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e. Dema ku hilkişer digihîjin gundê Çarme ku rawestgeha yekem a hilkişîna Çiyayê Gilîdaxê ye, gund wekî xala destpêkê hildibijêrin. Dema ku hilkişer li girseya volkanîk a mezin dinêrin, ji ber heybeta çiya matmayî dimînin. Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Çiyayê Gilîdaxê ku her sal ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi deh hezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana wê dikin. MA/AGIRÎ