NÛJÎN ÊZÎDÎ / NÛJINHA / ŞENGAL
Yek ji fermandara Hêzên Parastina Jinên Êzîdîxanê Hêza Şengalî, yek ji wan jinên Êzidî ye ku ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê. Hêza Şengalî bi beşdariya nava refên YJŞ’ê bersiv da zihniyeta qirêj a mêrê hegemon ku fermanê li ser civaka Êzîdî pêk anî. Ew bû yek ji jinên ku bi tekoşîn û helwesta tolhildanê dikaribû li dijî çeteyên DAIŞ’ê bisekine û di şerê parastina jinan û civaka xwe de cih bigre.
Jin û gel bê hêz bûn
Hêza Şengalî di destpêkê de qurbaniyên fermanê bi bîr anî û li ser rewşa jinên Êzidî ya beriya fermanê got: “Beriya fermanê wekî civak û bi taybetî jin bê parastin bûn. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de keç û dayikên me bi êşên pir giran re rû bi rû man. Hêza me ya xweparastinê tunebû. Em wekî civak bi taybetî weke jin di aliyê xweparastinê de bêçare bûn.”
Fermandar Hêza Şengalî di berdewamiya axaftina xwe de qala wê demê dike û wiha dibêje: “Em di bin parastina hêzên artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê de bûn. Bi hezaran hêzên çekdar heta roja fermanê bi çeken xwe li Şengalê bûn lê roja fermanê pişta xwe dan civaka Êzidî û rê li ber fermanê vekirin. Dayik û keçên me yên dîl ketin dest, min bi xwe jî dît ku çi bi serê wan de anîn. Ev rastiyeke wisa bi êş e ku çiqas sal û dem jî derbas bibe wê neyê jibîrkirin.”
Bi bacan jinan difiroşin
Fermandar Hêza Şengalî anî ziman ku hê jî wekî jin û civaka Êzîdî birînên fermanê nehatine kewandin û got; “Di sala 2014’an de gelê me gelekî koçber bû. Beşek jê li welatên cîhanê belav bûn û gelek ji wan jî di kampên bin desthilatdariya PDK’ê de dîl hatin girtin. Çawa ku DAIŞ’ê keç û jinên Êzidî li bazara firotin niha jî wekî berdewama wê zihniyet PDK’ê bi riya derxistina baca keç û jinên Ezîdî di wan kampan de difiroşe. Ji bo ku gelê me venegere ser cih û warê xwe çi ji destên PDK’ê tê dike. Ev jî berdewamiya fermanê ye.”
Li dora Rêber APO rêxistin dibin
Hêza Şengalî wiha qala bandora gerîlayên azadiyê û şervanên YPJ’ê ya li ser wan kir got; “Hêzên parastina jin YJA-Star-YPJ-HPG-YPG’ê li ser navê parastina tevahî nirxên mirovahiyê fedakariyên herî mezin ji bo civaka me kirin. Ked, fedakarî, berxwedan û rihê fedayî hişt ku gelê me xwe li derdora wan bigre. Me hem wekî civak, hem jî hêza parastinê xwe li ser hîmê fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kir. Me di avakirina vê riyê de bi hezaran şehîd dan, ji ber tenê ev rê heye ku em bikaribin pêşiya êrîş û komkujiyan bigrin.”
Bersivê didin her êrişekê
Hêza Şengalî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê li dijî her cure êrîşan bisekinin, têkoşîna xwe bilindtir bikin û wiha got; “PDK’ê bi riya şerê taybet hin kes li hemberî civaka me kirine sîxur û erka şehîdkirina pêşengên civaka me dide wan. Me di nava vê salê de bi operasyoneke taybet wan kesan girtin. Eşkerekirina van kesan ji bo me wekî hêzên xweparastinê serkeftin bû li hemberî siyaseta şerê taybet ê qirêj ku PDK wekî çekekî bi kar tîne. Wan kesan li xwe mikur hatin çawa ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve hatine xistin. Em ê weke jinên Êzidî û bi taybetî Hêza Parastina Jinê YJŞ’ê têkoşîna xwe li hemberî her cure êrîşên ku werin ser civaka me rawestin û bi helwest û biryardariyeke bihêz her dem ji berxwedan û têkoşîna azadiya civaka xwe re pêşengiyê bikin.”