Bi hevrêtiya xwe hatin nasîn

Pêncşem 30 Çile 2025 - 03:15

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Xakûrkê şehîd bûne eşkere kir û got, “Em soza xwe dubare dikin ku heya em armanca xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk tînin, em ê di pêşengtiya şehîdên xwe yên leheng de têkoşîna xwe bidomînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kirin:“Em hevrêyên xwe Berxwedan, Rojda û Çirav ên ku di 7’ê Cotmeha 2024’an de li herêma Xakûrê di encama êrîşekê de tevlî karwanê şehîdan bûne, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em dê armanc û xeyalên wan bikin egera têkoşîna xwe. Di serî de ji malbatên hevrê Berxwedan, Rojda û Çirav ên hêja û ji hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sersaxiyê dixwazin; soza xwe nû dikin ku heya em armanca xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk tînin, em dê di pêşengtiya şehîdên xwe yên leheng de têkoşîna xwe bidomînin. 

Hevrêyê me Berxwedan li navçeya Serav a Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2010’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me bi erka fermandariya herêmê derbasî Xakûrkê bû. Hevrêyê me yê ku tevî êrîşên dijmin ên dijwar ji bo parastina qadên têkoşînê bi tevlîbûneke fedaiyane taktîkên gerîlatiya serdema nû bi awayekî serkeftî bi cih tîne, di têkbirina êrîşên dijmin de roleke mezin lîst.      

Hevrêya me Rojda li Amedê di nava malbateke ku ji welatparêziya xwe tawîzê nade de jidayîk bû. Di sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ya ku dixwaze li ser xeta jinên azad bêyî dudilî têbikoşe, bi kûrbûnên xwe alikariya hevrêyên xwe jî kir. Hevrêya me Rojda ji xwe re dike armanc ku bibe gerîlayeke YJA Starê ya serkeftî. Bi sekna xwe ya milîtanî û israra xwe ya di pêkanîna taktîkên serdemê de ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. 

Hevrêyê me Çirav ê ku bi eslê xwe ji malbateke Sêrtê ye, li Stenbolê jidayîk bû. Hevrêyê me Çirav ê ku di serdemeke ku dagirker ji bo tasfiyekirina Tevgera me bi topyekûn êriş dike, biryar da ku tevlî nava refên azadiyê bibe, dev ji zanîngeha xwe û hemû derfetên pergala kapîtalîst berda û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me ku hevrêtiya xwe ya jidil bi felsefeya jiyanî ya Apoyî re kire yek û hem di jiyanê de û hem jî di şer de rêz û baweriya hevrêyên xwe bi dest xist.” Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Berxwedan Harûn (Mûrat Keleş), li Wanê jidayîk bûye, 7’ê Cotmeha 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Rojda Azad (Zehra Sebat), li Amedê jidayîk bûye, 7’ê Cotmeha 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Çirav Cûdî (Serhat Erdogan), li Stenbolê jidayîk bûye, 7’ê Cotmeha 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.