Di dawiya hefteyê de li gelek navendên Ewrûpayê nexasim li Elmanyayê çalakiyên girseyî yên Kurdistaniyan û dostên wan li dijî tecrîdkirina Rêber Apo, êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê û êrişên li ser Şengalê, pêk hatin. 

Yek ji van çalakiyan û ya herî bi heybet li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê pêk hat. Çalakî bi pêşengiya tevgera ciwanên Kurd TCŞ û TEKO-JIN pêk hat. Di çalakiyê de wêneyê Rêber Apo yê neqişandî tevî ala PKK bi balonê hat firandin. Di meşê de jî posterê mezin ê Rêber Apo û alên PKK hatin hildan. Di dawiya meşê de li meydana Marienplatz mîtîngek çêbû û di mîtîngê de hevserokê KON-MEDê Tahir Koçer axaftinek kir.

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi pêşengiya Komeleya Kurd bi armanca piştgiriya Şengalê çalakiyek pêk hat.

Li bajarê Saarbruckenê jî li ber Europa Galerî çalakiyek hat kirin û peymana li dijî Şengalê hat şermezarkirin.

Li paytexta Swêdê Stockholmê bi banga Navenda Kurd a Demokratîk, Meclîsa Jinan a Amara û Yekîtiya Jinan a Sarayê li meydana Sergelstorgê Kurdistanî hatin cem hev û bi armanca piştgiriya Şengalê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de Kurdistaniyan xwest dagirker ji Şengalê derkevin û bi sloganên xwe dewleta Tirk şermezar kirin. Aliye Rahimî ya ji rojavayê Îranê got, ew ê ti carî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin. Endamê Komîteya PJAKê ya Swêdê Amîr Babekrî jî got, herî zêde Êzîdiyan ji destê çeteyên DAIŞê kişandine û li dijî wan li ber xwe dane.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî bi banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk li meydana Claraplatzê Kurdistaniyan û dostên xwe mîtîngek pêkanîn.

Li Cenêvê jî li ber Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan çalakgeran peymana PDK û Bexdayê ya li ser Şengalê protesto kirin.

Li bajarê Zurihê li meydana Rathausbruckeyê Kurdistaniyan li dijî peymana li ser Şengalê nerazîbûna xwe diyar kirin.

Li bajarê Lorient ê Fransayê ji bo ewlehiya kar sendîkayên karkeran çalakiyek pêk anîn û Kurdistanî jî beşdar bûn.

Li bajarê Rennes û Mantes-la-Jolie jî ji bo Şengalê hebûn. Di çalakiyê de beşdaran dewleta Tirk, Iraq û PDK şermezar kirin.

Li bajarê Bordeaux ê Franseyê ji bo serbestiya Rêber Apo û daxwaza naskirina îradeya Şengalê çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û slogan hatin gotin.

Li paytexta Danîmarkayê Kophenagê jî peymana li dijî Şengalê hat protestokirin. Çalakî bi bangawaziya Meclîsa Jinê ya Sêvê û rêveberiya Feykurdê li navenda bajarê pêk hat.

Li bajarê Sydney ê Avustralyayê jî tecrîd hat şermezarkirin û serbestiya Rêber Apo hat xwestin. Çalakgeran bêbextiya PDKê û dagirkeriya hukûmeta Iraqê li Şengalê protesto kirin.

Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê jî çalakiyek hebû. Sala 2017an di dema civîna bilind a G20an de bi sedema kevir avêtine li 5 ciwanan doz hatibû vekirin û bi armanca piştgiriya wan çalakiyek hat kirin. Çalakî ji aliyê rêxistinên antî-faşîst ve hat organîzekirin û bi qasî 3 hezar kes beşdar bûn. Di çalakiyê de qanûna polîs a nû jî hat protestokirin. Çalakgeran alên YPG û YPJ hildan û dagirkeriya Şengalê protestokirin.

POLÎTÎKA AZAD