Bi hev re bazar rûreş kirin

Yekşem 10 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Kakabaveh: Doh digotin, YPJ-YPG berxwedêrên herî mezin in, Ann Lindê bi xwe YPJ pîroz kiribû. Sosyal Demokratino, bi Erdogan re we Kurd ji xwe aciz kirin û xeyidandin. 

Li Stockholmê bi hezaran Kurd û Swêdî daketin meydanan û li ber bazara li ser Kurdan rabûn; Swêdê ev bazar di berdêla endametiya xwe û Fînlandiyayê ya NATO'yê bi dewleta Tirk re peyman mohr kirin.

Kurdên li Swêdê tevî dostên xwe yên Swêdî li paytext Stockholmê daketin qadan û li dijî bazara ku NATO'yê ji bo endametiya Swêd û Fînlandiyayê li dijî Kurdan bi dewleta Tirk re kiriye, xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Xwepêşandan doh bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK-Swêd) bi dirûşma "Na ji şantajên Tirkiyeyê re, li ser Kurdan bazara xwe ya qirêj nekin” hate lidarxistin.

Bi hezaran Kurd û Swêdî ji bakurê Swêdê û ji paytext Stockholmê li meydana Bantorgetê civiyan û ber bi qada Myntorgetê ve meşiyan. Ev meydan li pêşiya Parlamena Swêdê ye.

Kurdan û Swêdiyan bi pankart û dirûşmên xwe nerazîbûn nîşanî bazara bi dewleta Tirk re dan û piştî meşê mîtîngek li dar xistin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bibîranîna cangoriyan, Hevserokê NCDK-Swêdê Hemîd Amed li meydana mîtîngê axivî.

Hemîd Amed got, ew li ber bazara li ser Kurdan radibin û got, "Dewleta Swêdê jî ji bo berjewendiyên xwe li ser Kurdan bazar kir. Ann Lindê gotibû, Kurd dibêjin, tenê çiya dostê me ne, em jî dostê Kurdan in. Lê ev kiryara wê, ne dostanî ye. Kurdan bi canê xwe DAIŞ têk bir, Tirkiyeyê alîkariya DAIŞ'ê kir. Lazim bû ku we helwêsteke hişk raber kiribûna."

Peymana xiyaneta li Kurdan e

Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs jî destnîşan kir ku peymana navbera Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê de hem ji bo Kurdên li Swêdê hem jî ji bo Kurdan hemûyan weke peymaneke xiyaneta li dijî Kurdan e: "Em dibêjin, ew peymana ku we bi dîktator Erdogan re îmze kiriye, derbeke li dijî têkoşîna rewa ya Kurdan. Naveroka vê peymanê pirr qirêj e. Hûn ji xwe re dibêjin, em li gorî qanûna xwe û pîvana mafê mirovan tevdigerin, lê çawa dibe ku hûn bi welatekî weke Tirkiyeyê re hevkariyê dikin. Ma ne Belçîka jî welatekî Yekîtiya Ewrûpayê ye û Kurdan weke terorîst nabîne. Magdelena Anderson û Ann Lindê di her axaftinên xwe de qala demokrasî û mafê mirovan dikin. Çawa dibe ku bi dewleteke xwînxwar ku ti mafê mirovan tê de nemaye, bi Tirkiyeyê re li ser Kurdan bazarê dikin. “

Paşê parlementera serbixwe Amînah Kakabaveh (Emîna Kakabave) axivî û got, "Beriya her tiştî dibêjim, Bijî berxwedana Kobanê, Bijî Berxwedana Rojava. Kurdan li hemberî DAIŞ'ê berxwedanake pirr mezin û bêhempa kir. Her wiha ji bo tevayiya cîhanê ev berxwedan kirin. Lê ev bazara bi Tirkiyeyê re ji bo Swêdê rûreşiyeke mezin e. Doh digotin, YPJ-YPG berxwedêrên herî mezin in, Ann Lindê bi xwe YPJ pîroz kiribû, lê îro jî ji bo ku bikevin nava NATO'yê, ketine pey bazar û serîtewandina li hember Erdogan. Sosyal Demokratino, bi lihevkirina bi kesekî dîktator ê weke Erdogan re ku li Tirkiyeyê ti tişt ji mafê mirovan nehêlaye, we Kurd ji xwe aciz kirin û xeyidandin.

Kurd nabêjin nebin endamê NATO'yê, dibêjin: Me li ser me Kurdan bazarê nekin. Swêdê soz dabûn Kurdan, îro berovajiyê wan sozan dike. Helbet wê têkoşîna azadiyê bi destê jina Kurd çêbe. Em ê ti carî dev ji xeyala avakirina Kurdistaneke azad bernedin."

Bazara ji bo sîlehan kirin

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat jî got, "Ez bi xwe Fars im, lê neweke Farsekî, weke înternasyonalîstekî ji endamê NCND-S li gel we me û  ez ê her tim ji bo Kurdan têbikoşim. Ev lîsteya ku ji bo terorê hatiye amadekirin, ji ber siyasî hatiye amadekirin ne hiqûqî ye. Partiya sosyal demokrat rexne dikim. Her bazara we ya bi Tirkiyeyê re ji bo Kurdan bi mirinê bi encam dibe. Ev siyaseteke pirr xeter e. Lazim bû ku bi ti awayî we bazar li ser rakirina ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê we nekiribûya. Niha tam diyar bû ku hûn çi dixwazin."

Di xwepêşandanê de bi navê Partiya Komele ya Rojhilatê Kurdistanê peyam hate dayin.  

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.