• HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got: Herçiqasî şehadeta wan ji bo me zehmet be jî, wê bibe sedem ku em têkoşînê geştir bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên li Metînayê şehîd bûne, ev agahî parve kirin:

“Hevrêyên me Huseyîn Pîran ê lehengê Amedê û şervana YJA Starê Rûken Zîlan di êrîşa dijmin a 14’ê Cotmeha 2023’an li herêma Metîna de şehîd bûn. Hevrêyên me Huseyîn û Rûken bi jiyan, tevlîbûna têkoşînê, helwêst û îdeolojiya Apoyî ya xurt di her qadê û demê de bûne milîtanên pêşeng. Şehadeta hevreyên me her çiqasî ji bo me dijwar be jî, wê bibe sedema berfirehkirina têkoşînê. Hevrê Huseyîn ku bi pratîk, têkoşîn û helwêsta xwe ya di jiyanê de pêwîstiyên dilsoziya bi şehîdan re bênavber bi cih anî. Milîtana pêşeng a PAJK’ê Rûken di têkoşîna me ya azadiyê de timî nirx afirandin û ji hevrêyên xwe re bû mînak. Em weke şopdarên hevrêyên xwe yên şehîd, sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên hevrêyên xwe û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwedîderketina li bîranîna şehîdên xwe didin.

Hevrêyê me Huseyîn li navenda berxwedan û serhildanê li navçeya Pîran a Amedê, di nava malbateke welatparêz a xwedî nirxên civakî de ji dayik bû. Hevrêyê me Huseyîn ê ku baweriya hevrêyên xwe bi dest xist, bi kesayeta xwe ya kedkar û hevrêtiya xwe ya rast karîbû bibe milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Huseyîn ê ku bi şev û roj ji bo pêkanîna xeyalên hevalên xwe dixebitî û dilê xwe bi hesreta şehîdên me mezin dikir, bi helwesta xwe ya rast, dilsoz û bi nirx li ser her hevrêyê xwe yê ku pê re xebitî, şopeke jibîrnekirî hişt. 

Hevrêya me Rûken ku di nava malbateke ji eşîra Didêrî ya welatparêz û hêja de ji dayîk bû. Di sala 2014'an de di salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de ji qada Garzanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ya ku taybetmendiyên kesayetiya sade, xwezayî, rast û dilsoz a ku ji ber koçerbûyînê bi felsefeya Apoyî ve girê dide, ji bo xwe bigihîne nasnameya jina azad di nava hewldaneke zêde de bû. Hevrêya me Rûken bi saya kesayeta xwe her tim ji her tiştî re amade bû. Hevrêya me Rûken ku bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê û nêzîkatiya xwe ya hevrêtiyê hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist, her tim bi kesayeta xwe re bû navenda cazîbeyê.

Bi dilê xwe yê paqij, bi kesayeta xwe ya rast, xwezayî û dilnizim wê her tim ji aliyê hevrêyên xwe ve bê bîranîn û bibe sedema têkoşîna me.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Huseyîn Pîran (Cahît Aktay), li Amedê jidayîk bûye, 14’ê Cotmeha 2023’an li Metîna şehîd bû.

Rûken Zîlan (Zeynep Sevîm), li Sêrtê jidayîk bûye, 14’ê Cotmeha 2023’an li Metîna şehîd bû. 

BEHDÎNAN