Bi fûzeyên balîstîk êriş kirin

Duşem 22 Çile 2024 - 02:55

Li Iraqê li dijî baregeha Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê DYE êrişa bi fuzeyên balîstîk pêk hat. Fermandariya DYE’yê ya Rojhilata Navîn CENTCOM’ê ragihand ku roja Şemiyê li dijî baregeha DYE’yê ya li Iraqê ya Eyn El Esed êrişa bi fuzeyên balîstîk pêk hatiye û leşkerek Iraqê birîndar bûye û dibe ku leşkerên DYE’ê jî yê birîndar hebin. Ji nîvê meha Cotmehê û vir ve bi dehan êriş li dijî koalisyonê pêk hatiye. Ev êrişa dawî jî koma bi navê "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" girt ser xwe. 

Li dijî êrîşan Washîngtonê gelek caran êrişên bersivdayînê pêk anî. Li Iraqê 2 hezar û 500 û li Sûriyeyê jî nêzî 900 leşker DYE’yê hene. Roja Şemiyê êrişên çekdarî, li paşperdeya plana nakokiyên herêmî de pêk hat, ku di van nakokiyên herêmî de şerê li Xezeyê yê di navber Hamas û mutefîkê DYE'yê Îsraîl de destpê kir. Her wiha roja Şemiyê pênc endamên Hêzên Parastina Şoreşa Îslamî ya Îranê di êrişekê de li Şamê hatin kuştin, di vê êrîşê de Tehranê Îsraîlê sûcdar kir û gefa tolhildanê xwar. Êvara 15'ê Çileyê Îranê, bi îdîaya dijberiya xwe ya li hemberî Îsraîlê, bi fuzeyên balîstîk li Başûrê Kurdistanê xist û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rayedarekî parastinê yê DYE'yê di navbera 17'ê Cotmehê û 17'ê Çileyê de herî kêm 140 êrîşên bi balafirên bêmirov û fuzeyên balîstîk ên bi menzîla kurt li dijî koalîsyona navnetewî li Iraq û Sûriyê pêk hatine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.