Bi formên nû hunera hevçax

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Hezîran 2024 - 00:32

  • Şêwekar Evîn Sedîq ku bi hunera nûjen (hevçax) daketiye heta niha gelek pêşangeh vekirine. Jin, jiyan û civak çend babetên sereke ne di kar û barên wê yên hunerî de. Ji bo jinên ku bi hunerê re mijûl in bi huner û gotinên xwe dibe îlhama hilberînê.

NÎHAYET EHMED / JÎNHA / SILÊMANÎ

Şêwekarî hin caran tiştên nû raberî xelkê dike. Jinên şêwekar jî di vî warî de xurtbûna xwe bi her awayî nîşan didin. Di tabloyan de fikir û nihêrînên cuda nîşanî xelkê didin. Ew vê hêza xwe ji hunerê digirin û bi vî awayî serpêhatiyên jinan vedibêjin. Şêwekar Evîn Sedîq jî bi hunera xwe ya balkêş û modern ji bo hemû jinên hunermend bûye mînak û hunera wê ya modern di pêşnagehan de gelek balê dikşîne. Wê herî dawî li pêşangeha xwe ya li Silêmanî gelek enstalasyonên xwe yên ku bi formên cuda hatine hazirkirin nîşan da.

Şêwekar Evîn Sedîq di sala 1974’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, beşa hunera şêwekarî li peymangeha hunerên ciwan a Silêmaniyê temam kiriye. Piştre li zanîngeha Hens a Elmanyayê di aliyê hunera modern de xwendina xwe berdewam dike û 10 sal in vegeriyaye Kurdistanê, tabloya xwe ya yekem di sala 1999’an nexşandiye.

Şêwekariya modern dîrokeke nû ava kir

Evîn Sedîq da zanîn ku piraniya tabloyên wê yên modern derbarê jinê de ne. Destpêkê bi wênegirtinê dest bi vî karî kiriye û piştre dest bi hunera şêwekariyê kiriye. Wê ji bo karên xwe got; “Bi giştî li Rojhilata Navîn huner û werzîş bûne dû faktorên ku giringî neyên dayîn. Ti deman li dibîstanan nebûye mijare sereke. Di heman demê de hunermendan karê hunerî bi başî negihandine asta herî jor. Hunera şêwekarî ya modern dîrokek nûye. Di salên 40 û 50’an li Iraqê hinek hunermend çêbûn. Lê belê nikarin şêwekarî berbi Ewrûpa ve bibin. Hunera şêwekarî li Rojhilata Navîn ne xwedî dîrokek serbixwe ye, lê belê nayê wê wateyê kû nebû. Tenê li ser asta dam û dezga û akademiyên huner di serdemê kevin de serî hildaye.”

Jin, jiyan û civakê dineqişîne

Evîn Sedîq diyarkir ku berhemên wê yên destpêkê der barê jinê de bûn ku hunera xwe bi awayê şêwazên modern îcra dikir. Weke mamosteyek ya hunera şêwekar her dem karên cuda û balkêş nîşanî xelkê dide. Hewl dide hunera nû biafirîne û ji bo karên xwe malzemeyên taybet bikartîne. Evîn Sedîq got; “Di wêneyekî xwe de min serpêhatiya xwe vegot. Jin, jiyan û civakê dineqişînim di tabloyên xwe de. Divê em karên hunerê kom bikin û kar li ser çawaniya wê û armanca wê bikin. Piştre kar ji bo arşîvkirinê bikin û hilbigrin ji bo nifşên piştî me da ku ji dîroka huner û şaristaniya xwe hez bikin.”

Ji xwe bawer bin û israr bikin

Evîn Sedîq da zanîn ku bavê wê jî bi karê zêran û neqişandina wan re mijûl bûye. Bi vî awayî meyla wê jî diçe ser neqişandinê û ji vî karî hez dike. Evîn Sedîq got ku divê jin di hunera xwe bi israr tevbigerin û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Niha ji bo jinan di aliyê hunerê de derfetek baş hatiye afrinadin, rola wan heye û dikarin beşdarî pêşangehên hunerî bibin. Jin di aliyê jiyana civakî de, rêgirî li hêza wan a hunerî tê kirin lê belê nayê wê wateyê ku êdî dest jê berdin û li mal bimînin. Divê jin di hunera xwe de israr bikin û hewl bidin di fikrên cuda de xwe perwerde bikin. Jin dikarin zêdetir kar bikin da ku bikarin beşdarî hemû qadan bibin. Daxwaza min ji jinan ew e ku xwe lawaz nebînin girîngî bidin hêza xwe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.