- Festîvala Filmên Kurd a Berlînê ya 11’an 14'ê Cotmehê bi filma “Ezmûn” dest pê kir.
Festîvala Filmên Kurd a Berlînê ya 11’an 14'ê Cotmehê bi filma “Ezmûn” dest pê kir.
Di festîvalê de ku wê zêdeyî 40 film bêne nîşandan û workshop jî lê hebin, îsal wê bi giranî veguherîna civakî ya li Başûrê Kurdistanê bê nirxandin. Filmê Ezmûn ê ku festîvalê pê dest pê kir, balê dikişîne ser karên gendelî yên li Başûrê Kurdistanê. Çêkerê filma Ezmûn Mehmet Aktaş jî anî ziman ku projeya filmê li ser karên ne li rê yên li herêmê ye.
Mehmet Aktaş got, "Karên ne li rê beriya her tiştî bûye parçeyek ji jiyana Başûrê Kurdistanê. Gelek sazî rizandiye. Lê belê di gendeliya di perwerdeyê de ya herî giran e."
Lîstikvana sereke ya filmê Ezmûn Avan Jamal ku ji ber promiyera festîvalê li Berlînê ye, qala karakterê Şîlan kir ku di film de dilîze. Jamal got, "Karakterê Şîlan tecrûbeya min a destpêkê ya profesyonel a sînemayê ye.
Lê belê dema ku min xwe ji vê rolê re amade dikir, li berxwedêrên li Rojava difikirîm. Xeyala min ew e ku rojekê di filmekî têkildarî gerîlayên YPJ'ê de rola gerîlayeke jin bilîzim."
ANF/BERLÎN