Bi fikrên Rêber Apo bi bask bû
Şemî 14 Hezîran 2025 - 03:10
Beriya 4 salan, di 13’ê Hezîrana sala 2021’an de li herêma Pişder a Herêma Kurdistanê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker wesayîtek a sivîlan bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de 4 kes şehîd bûn ku yek ji wan Ebas Îbrahîm Mehmûd bi nasnav Heval Rêdûr bû. Ebas Îbrahîm Mehmûd nasnav Heval Rêdûr di payîza sala 1973’yan de li taxa Bekirecoyî ya Silêmaniyê di nava malbatek welatparêz û şoreşger de ji dayik dibe. Şehîd Rêdûr her di ciwaniya xwe de hestên welatparêzekî fedakar di xwe de mezin kir. Ji ber sedema rewşa aborî û siyasî ya Başûrê Kurdistanê ya salên 1990’an hewl dide biçe derveyî welat û nêzî sê salan li bajarê Helebê yê Sûriyeyê dimîne.
Rêdûr li Helebê asta rêxistinbûn, fikrê şoreşgerî û welatparêzî ya Kurdên Helebê dibîne û bandora fikrê PKK’ê û Rêber Apo ya di nava Kurdên Helebê de lê dike. Piştî di sala 1996’an de ji Sûriyeyê vedigere bi heman coşê ku li Helebê hebû xebata xwe berdewam dike. Di sala 1998’an de diçe derveyî welat û li Brîtanya nîştecih dibe. Li wir peywendiyê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çêdike û xebata gel û rêxistinî dike. Di sala 2015‘an de vedigere Kurdistanê û serdana Qendîlê dike.
Dil û derûniya Heval Rêdûr welatê xerîbiyê nagire, ew hîn jî bawer dike ku tiştê ku dike têrê nake, lewma di 4’ê Tîrmeha sala 2016’an de ji Brîtanya vediqete û vedigere Başûrê Kurdistanê. Heval Rêdûr cilên gerîla li xwe dike û çeka qehremaniyê hil digire. Li çiyayên bilind ên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê û xewna tunekirina gelê Kurd rawestiya. Di salên têkoşîna gerîla de, dîrokeke tijî têkoşîn û wêrekiyê tomar kir û bû yek ji qehremanên karwanê şehîdên azadiyê de.
Şehîd Rêdûr di 15’ê Hezîranê de bi merasîmek bi heybet, li goristana kevin a Bekrecu a Silêmaniyê hat oxirkirin. Di merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd de, xortekî ku ji azadiyê hez dikir biryar da ku çeka Şehîd Rêdûr hilde û rêya wî bidomîne.
ROJNEWS