Bi fermî Şengalê nas bikin

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 00:59

Konferansa 3’yemîn a Jinên Iraqî ku ji setên seharê de li Bexdayê destpê kiribû bi encamnameyekê bidawî bû. 

Konferansa 3’yemîn a Jinên Iraqî ku bi dirûşmeya ‘Bi tekoşîna hevbeş li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparstinê’ li Bexdayê destpê kir piştî nîqaşên girîng ên li ser pêşeroj û çarenûsa hemû jinan û bi taybet jinên Iraqê, bi encamnameyekê bidawî bû. Konferasa sêyemîn ya jinên Iraqê van daxwaz û bangawaziyan dike: 

* Em ji hukmeta Iraqê daxwaz dikin ku fermana 3/8/ 2014 an  ser civaka Êzidî wek jenosîd  bi fermî were nas kirin. 

*Em bang li welatên ku jenosîd bi  fermî nas kirine, her wiha saziyên navnetewî dikin. Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan, bikevin nav liv û tevgerê. Di dadgeheke navnetewî de werin darizandin. 

*Di fermana 3/08/2014 an de, 3 hezar û 504 jin, 869 mêr û hejmarek mezin zarok, bi giştî nêzî 7000 mirovên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ ê. Hîna bi hezaran keç, jin, zarok û mirovên Êzidî di destê DAIŞ’ê de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan em bang li cihên peywendîdar, bi teybet bang li jin û civaka Iraqê dikin ku bikevin nava liv û tegerê. 

*Ji sala 2017 heya roja îro dewleta Tirk bi balafirên şer û balafirên bê mirov bi sedan caran Şingal bombe kiye û komkujî pêk anîne. Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê hêzên navnetewî dikin ku qada hewayî ya Şingalê tavilê ji dewleta tirk re  bê girtin. 

* Em bang li gelê xwe dikin ku vegerin Şingalê. 

*Em bang jin, civak û hemî aliyê alîgir demokrasî û mafê mirovan dikin ku piştgirî bidin rêveberiya xweser a Şingalê. Li gorî destûra  Iraqê  rêveberiya xweser a Şingalê bi fermî  nas bike . 

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.