- Ofîsa Ragihandinê ya serokê parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî, ragihand ku li Bexdayê Hevpeymana Sedr, Siyade ya Suniyan û PDK’ê civiyane.
Ofîsa Ragihandinê ya serokê parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî, ragihand ku li Bexdayê Hevpeymana Sedr, Siyade ya Suniyan û PDK’ê civiyane.
Civînên aliyên siyasî yên ji bo avakirina hikûmeta nû û hilbijartina serokkomarê Iraqê dewam dikin.
Di 26’ê Sibatê de serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Suniyan, Xemîs Xencer, bi serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û şefê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan re civiyabûb.
Piştî bi rojekê doh Mihemed Helbûsî û serokê Hevpeymana Siyade Xemîs Xencer, li Bexdayê bi hevpeymana Tevgera Sedr û PDK’ê re civiyan.
Derbarê naveroka civînê de ti agahî nehate parvekirin.
BEXDA