Bi fedayîtiyê bersiv dan dijmin

În 4 Cotmeh 2024 - 02:30

HPG'ê gerîla Nûda û Şiyar ên beriya heft salan li Zapê şehîd bûn bi bîr anî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:"Milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Şiyar û Nûda ku bi her awayî xwe tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin û di her kêliyê de mohra xwe danîn binê serketinên mezin di 4'ê Îlona 2017'an de şehîd bûn. Hevrêyên me Şiyar û Nûda weke şervanên wêrek û fedaî mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hiştin ku neyê jibîrkirin. Em hevrêyên xwe Şiyar û Nûda bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza serxistina têkoşîna wan didin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne bila serê xelkê me yê welatparêz ê Wan, Şirnexê û tevahiya gelê me yê Kurdistanê sax be. 

Hevrêyê me Şiyar li herêma Geliyê Karkarê yê navçeya Westan a Wanê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Sala 2007'an tevlî nava refên gerîla bû. Kûrbûna di îdeolojiya Rêbertî de, profesyoneliya gerîlatiyê û fedaîtiya ku tê wateya biryardariya li ser pîvanên milîtaniyê ji xwe re kir esas û pêşniyar kir ku beşdarî karên Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me di nava jiyana partiyê de felsefeya Rêbertî ji xwe re kir esas, bi vî rengî daxwaza xwe ya têkoşînê mezin kir û piştî ku pêşniyara wî ya tevlîbûna li nava Hêzên Taybet hate qebûlkirin. Her tim hewl dida bi xurtî tevlî bibe, kedê bide û kete nava lêgerîna li rê û rêbazên vê yekê. Bi sekna milîtaniyê bû mînak ji hevrêyên xwe re û bi sade, têgihiştîbûn û sekna xwe ya cewherî ji bo her kesî bû cihê hezkirinê.

Hevrêya me Nûda li Silopiyayê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîla bû. Hevrê Nûda ku di xeta PAJK û PKK’ê de bi gavên ji xwe bawer meşiya û tempoya xwe her ku çû xurtir kir, di demekê kurt de bû gerîlayeke YJA Starê. Hevreya me ya ku her ku bîrdoziya Rêber Apo ya Azadiya Jinê fêm kir xwe hîn zêdetir bi têkoşînê re girê da û xwest nirxên ku bi keda şehîdan hatiye afirandin biparêze, pêşniyar kir ku tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe. Li hemberî êrîşên dagirkeran ku dixwazin hêviyên gelê me yê azadiyê biçewisînin hîn zêdetir têkoşînkirinê re bersiv da û têkoşîna xwe ya di bin banê Hêzên Taybet de bi gaveke din bi pêş ve bir. Bi rûyê xwe yê ken, kedkariya xwe û kesayeta xwe ya ji dil bandorek mezin li ser hevalên xwe kir." Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Şiyar Cûdî (Ersîn Arvas), li Wanê jidayîk bûye, 4’ê Îlona 2017’an li Zapê şehîd bû.

Nûda Êriş Andok (Denîz Bayar), li Şirnexê jidayîk bûye, 4’ê Îlona 2017’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.