HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, “Serê malbatên hêja yên hevrêyên me Zana, Berxwedan û Zagros û serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan a li Zapê got, "Di daxuyaniya xwe ya 29'ê Hezîrana 2023'an de me ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker 22'ê Hezîranê ji Qadên Berxwedanê yên Kokerê û Şikefta Birîndara yên Zapê dest bi tevgereke berfireh kiriye. Di vê tevgerê de 22'ê Hezîranê di bombardûmanê de hevrêyê me Zagros Serêkaniyê, 23'ê Hezîranê jî hevrêyên me Zana û Berxwedan ên ku derbên giran li dagirkeran xistin û herî kêm 2 dagirker ceza kirin, di encama bombardûmanê de şehîd bûn. Hevrêyên me Zana û Berxwedan û milîtanê fedayî yê gelê Ereb hevrêyê me Zagros di vê pêvajoya berxwedanê ya dîrokî de bi fedakarî û kedeke bêhempa pêşengî kirin.
Hevrêyê me Zana weke ferdekî ji malbateke bi eslê xwe ji Kerboran a Mêrdînê li Nisêbînê ji dayik bû. Di sala 2010'an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi dilsoziya xwe ya bêdawî ya bi gelê me re, bi tevlîbûna xwe ya bêteredût a li felsefeya Rêber Apo, her tim li qadên herî zehmet ên têkoşînê cih girt, ji bo têkoşîna xwe bi ser bixîne jî bêrawestan kar kir, kedeke mezin da. Xwe di her kêliyê de nû kir û berê xwe da serketina wezîfeyên demê. Ji bilî serketinê rêyeke din qebûl nekir.
Hevrêyê me Berxwedan jî li Şirnexê li Bota ji dayik bû. Mîna bi sedan ciwanên Kurd ên bi rûmet ji bo parastina gelê me, hevrêyê me Berxwedan di sala 2015'an de derbasî herêma Rojava bû. Li vê derê jî beşdarî pêngavên ji bo tinekirina bermahiyên çeteyan bû. Xewn û xeyala wî ya zarokatiyê bû, li ser vî bingehî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Zanîbû ku tenê bi têkoşîneke xurt dikare hêjayî Rêberê me, hevrêyên şehîd û gelê me bibe, bi vê têgihiştinê bi ruhê êrîşê yê bilind tevlî gelek çalakiyan bû. Heta nefesa xwe ya dawî nirxên azadiyê, dilsoziya bi Rêber Apo re parast û tevlî nava karwanê şehîdan bû.
Hevrêyê me Zagros li bajarê qedîm ê Rojavayê Kurdistanê li Serêkaniyê ji dayik bû. Hevrêyê me Zagros ewladekî hêja yê gelê Ereb bû. Wî ji dema destpêkê ya Şoreşa Azadiyê ya Rojava ve tevgera me ya azadiyê nas kir. Ji sala 2015'an û pê ve jî biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û li ku pêwîstî pê hebû, li wir kar kir. Di sala 2018'an de beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bû. Di sala 2019'an de li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Serêkaniyê û Girê Spî de, parastina gelê me kir û hewl da wezîfeyên xwe bi cih bîne. Bi kelecan û coşeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû. Bi saya vê tevlîbûna xwe ya bi daxwaz di demeke kurt de li ser jiyana gerîla û çiyê serwer bû, bi perwerdeyan jî bû gerîlayekî şareza."
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:
Zana Govend (Zafer Akgun), li Mêrdînê ji dayik bûye, 23’ê Hezîrana 2023’yan li Zapê şehîd bû.
Berxwedan Gabar (Salih Dayan), li Şirnexê ji dayik bûye, 23’ê Hezîrana 2023’yan li Zapê şehîd bû.
Zagros Serêkaniyê (Cîhad Xalid Huseyîn), li Serêkaniyê ji dayik bûye, 22’ê Hezîrana 2023’yan li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN