Bi eşqa azadiyê têkoşiyan

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 02:55

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn eşkere kir û got:"Hevrêyên me Benda, Destîna û Baran bi eşqeke mezin a azadiyê û wêrekiyeke bilind li ber dijminê hov rabûn."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:"Hevrêyên me Benda Amed, Destîna Botan û Baran Xemlîn ku neferên fedaî yên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûn, 25'ê Tîrmeha 2024'an li qada Kato Xelîla ya Botanê di êrişên dijmin de şehîd bûn. Hevrêyên me Benda, Destîna û Baran ku li çiyayên Botanê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ê welatparêz li gel hemû zehmetiyan bi biryardarî meşandin, bi eşqa mezin a azadiyê û wêrekiya xwe ya bilind li ber dijminê hov rabûn. Bi fedaîtî şer kirin û pîvanên milîtaniya fedaî ya Apoyî di asta herî bilind de temsîl kirin û gihîştin asta şehadetê. Em soz didin ku hersê milîtanên hêja yên têkoşîna me hevrê Benda, Destîna û Baran her tim ji xwe re bikin mînak, xwîna wan li erdê nehêlin, armancên wan pêk bînin û teqez bi ser bikevin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêya me Benda li navçeya Pasûr a Amedê li nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû. Di nava şert û mercên giran û bêderfetiyan de ji hevrêyên xwe re bû hevrê, fermandarî kir, rastiya jinê ya azad a ku di nava PKK'ê de şênber bûye û sekna lehengiya mezin a jinên Kurd li çiyayên Botanê temsîl kir. Li her qada ku lê ma bi jiyana xwe ya sade, bi hevrêtiya xwe ya xurt û tevlîbûna xwe ya bi coş ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê. 

Hevrêya me Destîna li Cizîra Botan di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Xwest pîvanên azadiyê yên jinê bike taybetmendiyên sereke yên kesayetiya xwe. Lewma bi sekna jin a azad a bi pîvan, azad û xwedî hêz, ji hevrêyên xwe re bû mînak. Li gorî bendewariyên pêvajoyê tevgeriya û bi nêzîkatiya xwe ya fedakar a di kar de ji nasnameya jin a azad ti carî tawîz neda.

Hevrêyê me Baran li Wanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me Baran xwedî kesayetekî kedkar û dirûst bû. Bi vê taybetmendiya xwe bawerî da hemû hevrêyên xwe.  Hevrêyê me Baran bi kesayeta xwe ya dilnizm jî bû milîtanekî Apoyî yê mînak."

Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ne:

Benda Amed (Semra Ayverdî), li Amedê jidayîk bûye, 25’ê Tîrmeha 2024’an li Botanê şehîd bû.

Destîna Botan (Bîşeng Dûrmûş), li Şirnexê jidayîk bûye, 25’ê Tîrmeha 2024’an li Botanê şehîd bû.

Baran Xemlîn (Seyîtxan Sencer), li Wanê jidayîk bûye, 25’ê Tîrmeha 2024’an li Botanê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.