Polîsên hikumeta Şamê ciwanekî Kurd bi êşkenceyê kuşt.
Ciwanê Kurd “Azad Ebdulqadir Xelîl” ê ji gundê Xulalka yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, sala 1986`an hatiye dinê. Azad Ebdulqadir Xelîl piştî du mehan ji revandina wî di zindana Helebê de bi êşkenceyê hate kuştin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriye li gorî çavkaniyên herêmî ragihand ku piştî bûyerên dawîn ên Minbicê beriya du mehan, hêzên rejîma Sûriyê piştî ku nikarîbûn fitneyê li Minbicê derxe, li ser bendên xwe yên kontrolê yên li Helebê welatiyên Kurd û di nav de ciwanên Kurd binçav kirin. Dema ku “Azad” êvarê ji karê xwe vedigeriya, li bendeke kontrolê ya girêdayî rejîma Sûriyê hate binçavkirin. Azad kurê bi tenê yê malbatê ye. Cenazeyê Azad li Nexweşxaneya Cemia ya Helebê ye.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriye, li bendên kontrolê yên hikumeta Şamê li bajarê Helebê bi sedema welatparêzin zêdetirî 30 ciwanên Kurd hatin revandin. Hinek ji wan piştî ku fidyeyên mezin dan, hatin berdan.
ANHA/QAMIŞLO