Binpêkirinên hovane yên dewleta Tirk li qadên dagirkirî bê navber didomin. Li Efrînê welatiyê bi navê Mihemed Hisên Misto (49) li zîndanên çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Feyleq El Şam bi êşkenceyê hat kuştin.
Li deverên di bin dagirekiya dewleta Tirk û çeteyên wê de revandin, êşkence, talan, girtin û kuştina mafê mirovan dewam dike.
Ji şêniyên gundê Beyê yê girêdayî navçeya Şêrawa yê Efrînê Mihemed Hisên Misto ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve hatibû revandin û çeteyan ew biribû zindana gundê Îska yê Şêrawa. Lê piştî 10 rojan bi berdêla hezar dolar û 5 teneke zeyt hat berdan.
Çeteyan 15'ê Nîsanê careke din Mihemed Hisên Misto revandin. Misto li zîndanên gundê Îkan 3 rojan tê êşkencekirin. Piştî êşkenceya giran ji bo nexweşxaneyê vediguhêzin nexweşxaneya bajarê Efrînê, lê di 4'ê Hezîranê de ji ber êşkenceyê jiyana xwe dest da. Malbata Mihemed milyonek lîreyên Sûriyê da çeteyan heta ku cenaze wergirt.
ANF/EFRÎN