Bi êşkencê şehîd kirin

În 27 Gulan 2022 - 21:21

  • Li ser cenazeyê girtî Siddik Ûgûr ku li Girtîgeha Tîpa T a navçeya Qûbînê ya Êlihê hate qetilkirin şopên êşkenceyê hatin dîtin. 

Li ser cenazeyê girtî Siddik Ûgûr ku li Girtîgeha Tîpa T a navçeya Qûbînê ya Êlihê hate qetilkirin şopên êşkenceyê hatin dîtin. 

Girtiyê bi navê Siddik Ûgûr di 25’ê Gulanê de li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.

Di weneyan de ku piştî otopsî û karûbarên olî hatin girtin, hat dîtin ku li ser qirika wî şopên ben, di serê wî de jî şûn û birînên derbehişkan hene.

Hat zanîn ku Siddik Ûgûr beriya hefteyekê xistine hucreya yekkesî.

Siddik Ûgûr li Şirnexê di 14'ê Adara 2016'an de di dema êrişa dewleta Tirk a li dijî xwerêveberiyan de, di dema terora dewletê de 10'ê Kanûna 2016'an hatibû girtin. Ew 17'ê Tîrmeha 2017'an hatibû berdan, piştî salekê di 19'ê Kanûna 2018'an de jî careke din hatibû girtin.

Ûgûr destpêkê xistin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê, piştî ku cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hate birrîn di 23-25'ê Cotmeha 2021'ê de li Girtîgeha Şirnexê di dema êrişa gardiyanan a li ser girtiyan de birîndar bûbû.

Rêveberiya girtîgehê bi gotina 'Kesê serî hil dide' Ûgûr kir hedef û ew sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê kiribû.

Herî dawî 22'ê Gulanê, dema ku bi telefonê bi malbata xwe re axivî, ji malbatê re gotibû ku ew xistine hucreya yekkesî. 

ÊLÎH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.