Bi erka xwe rabin

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • Meclisa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi nameyekê nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên peywendîdar a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî wargeha wan da û bang li wan kir da ku bi erka xwe rabin.

Meclisa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi nameyekê nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên peywendîdar a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî wargeha wan da û bang li wan kir da ku bi erka xwe rabin.

Meclisê ji ber êrişln hewayî yên dewleta Tirk ên ji Kanûna 2017’an ve nameyek ji Neteweyên Yekbûyî (NY), hikûmeta navendî ya Iraqê, saziyên mafên mirovan û yên civaka sivîl ên navneteweyî û gelek kesayet û parlementeran re şand.

Meclisê îşaret bi bêdengiya NY, hikûmeta Iraqê û saziyên sivîl û yên mafê mirovan ên navneteweyî ya li hemberî êrişên nehiqûqî yên dewleta Tirk a dagirker kir û ji wan xwest ku bi erka xwe rabin.

Meclisê di nameyê de bi bîr xist ku 5´ê TYîrmeha 2022´yan wargeh cara nehan hatiye bombekirin, di van bombebrandinan de zerara canî û madî gihaye xelkê wargehê û nexasim jî tesîra xirab li zarokan dike: "Bi taybetî, hebûna rojane ya balafirên dewleta Tirk li ser wargehê, derûniya zarokên me têk daye. Di rewşên asayî de dema zarok di rê de dimeşin berê xwe didin erdê ji bo nekevin, lê zarokên me yên wargehê dema dimeşin berê xwe didin esmanan ka balafir digerin yan na, yan wê kengê balafir wan bombabaran bikin. Ev rewş bi serê xwe sucê li dijî mirovahiyê ye." 

Name wiha bi dawî dibe: "Wek gelê wargehê, em bang li dewleta Iraqê, hikûmeta navendî ya Iraqê, NY’yê, saziyên civaka sivîl, hemû aliyên peywendîdar û kesayetên demokratîk dikin da ku li hemberî van êrişên hovane yên dewleta Tirk yên li ser wargeha me bibin xwedî helwêsta pêwîst û li gelê wargehê yê penaber xwedî derkevin."

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.