Bi emrê xwedê şerê dagirkeran bikin

În 22 Nîsan 2022 - 22:36

  • “Xwedê dibêje, li hemberî zilmê bêdeng nemînin, divê em emrê xwedê pêk bînin. Bêdengî, kufr e.”

Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) a Mexmûrê bi daxuyaniyekê, êrişên dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, şeremzar kir û got; “Xwedê dibêje, li hemberî zilmê bêdeng nemînin, divê em emrê xwedê pêk bînin. Bêdengî, kufr e.”

Şaxa CÎK´yê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Memxûr) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Mele Eyûb Şemizdînî daxuyanî piştî nimêja Înê, li mizgefta semta 3´yê da û got, “Em di destpêkê de, êrişên dewleta Tirk bi tûndî şermezar dikin. Xwedê emir dike; bi çi şêwazê êriş bi ser we de bê, divê hûn jî bêdeng nemînin û heman bi şêwazê bersivê bidin. Li hemberî zilmê, serîtewandin nayê qebûlkirin. Kesê ku bêdeng be, bê îman û bê şiûr e. Weke gelê Kurd, bi ti şêwazê nabe ku em li hember zilmê bêdeng bimînin. Divê kesê ku bêje ez Misilman im, li dijî êriş û zilmê dakevin meydanan.

Wek bawermendên Mexmûrê, em bang li tevahiya bawermend û saziyên oldaran dikin, divê em bi emrê xwedê rabin û li dijî dagirkeran li ber xwe bidin.

Kesê ku bêdeng bimîne, bê îman e û kufr dike. Xwedê dibêje, li ber zilmê rabe, heger te nekarî rabî deng derxe. Bi ti şêwazê bêdengî nayê pejirandin. 

PKK mafê gelê Kurd diparêze û ev 50 sal in ji bo doza Kurd şer dike. Niha êrişî me dikin, ti ferqa me û PKK’ê nîne, em hemû mafê xwe dixwazin û divê em li kêleka PKK’ê li dijî zilmê şer bikin. Xwedê dibêje, bêdengiya li hemberî zilma li ser mirovan, nayê qebûlkirin. Ji bo wê, em wek CÎK-Mexmûr bang li tevahî bawermend, Misilman û gelê xwedî şeref dikin, li dijî dagirkerî û xiyanetê dakevin meydanan. Xwedayê mezin, gerîlayên me bi hêz bike û serketin a me ye.”  

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.