Bi Elmanî Ocalan didin nasîn

Nûçeyên Dîaspora

În 16 Cotmeh 2020 - 23:00

Berdevkê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re, Reimar Heider wê kitêba Rêber Apo ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê ku weke "Soziologie der Freiheit" hatiye wergerandinî Elmanî, li eyaleta NRWʼê (Wesfalya Bakurê Renê) jî bide nasîn.
Kitêba sisiyan a ji rêza Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Sosyolojiya Azadiyê ye. Kitêb ji weşanên Unrast derçûbû.
Danasîna kitêbê li Hannover, Berlîn, Braunschweig û Hamburgê çêbû, ji yekşemê û pê ve jî wê li Magdeburg, Halle, Leipzig, Chemnitz û Dresdenê bê danasîn. Ev çalakiyên danasîna kitêbê bi hevkariya NCDK, Meclîsên Jinan, Komên Piştgiriya Kurdistanê û rojava, YXK/JXKʼê tên organîzekirin. Çalakî wê di ser kanala youtube ya Civaka Azad e.V. re jî bên weşandin.

Li van bajarên li jêr çalakî wê li NRWʼê bên organîzekirin:
2ʼyê Mijdarê li Bochumê, saet 18:30ʼî li Kulturhaus Bochum e.V.
3ʼyê Mijdarê li Duisburgê, saet 19:00ʼan li Bildungsakademie Ruhr.
4ʼê Mijdarê li Dusseldorfê
5ʼê Mijdarê li Bonnê, saet 19:00ʼan li Alte VHS Bonn.
6ʼê Mijdarê li Kölnê, saet 18:00ʼan li Die.Halle
7ʼê Mijdarê li Münsterê, saet 17:00ʼan li leo:16 Kultur- und Kneipenkollektiv
8ʼê Mijdarê li Bielefeldê
10ʼê Mijdarê li Osnabrückê, saet 19:00ʼan li Turmstraße 10-12

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.