Bi dinyayê bidin bihîstin

Şemî 4 Îlon 2021 - 03:06

  • Kaçan: Dixwazin wargehê ji hev belav bikin, Şengalê belav bikin û Kurdistanê dagir bikin. Heger li dijî êrişan helwêsteke neteweyî nebe, êriş wê dewam bikin. Divê Kurdên bi wijdan, li ber êrişan rabin û bi vê dinya ker û lal bidin bihîstin. 

IDRÎS KARA
MEXMÛR

 

Balafirên biçek û bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker doh sobehî saet 08:18’an navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bombebaran kir. Di encama  êrişê de dayîkek birîndar bû, cam û deriyên malên derdorê jî şikestin. Ji ber dengê zêde yê bombebaranê, di nava zarokên wargehê de tirseke mezin çêbû.
Piştî bûyerê şêniyên wargehê çûn cihê bombebaranê û hêrsa xwe anîn ziman. Dayikan nerazîbûneke tund nîşan da û got; “Ma dê heta kengî wiha be, em ê heta kengî bindest bin? Xwedê ma tu van insanên bêguneh nabînî?”
Li ser êrişa balafirên dewleta Tirk Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê  Hecî Kaçan û Hevserokê Şaredariya Gel a Mexmûrê Bedran Pîran ji rojnameya me re axivîn.

Me Iraq agahdar kiribû

Hecî Kaçan destpêkê got, ev heftiyek e balafirên keşfê li ser wargehê digeriyan û wiha peyivî: “Beriya 5 rojan me ji Iraqê re got, li ser wargeha me xetera êrişê heye, ji ber ku balafirên bê mirov li ser me digerin. Lê mixabin weke her carê, careke din Iraq bêdeng ma û erkên xwe bicih neanîn.”

Kaçan da zanîn ku doh danê sibehê êriş pêk hatiye û di encamê de dayîkek birîndar bûye. Hecî Kaçan got, “Mixabin psîkolojiya gelek zarokan xira bûye. Ger di wê saetê de xelk ne razayîba, wê gelek şehîd û birîndar çêbana. Ji ber ku pencere û deriyên malan hemû şikestine. Zirar li qederê 10 malan bûye, gelek pencere û derî parçe bûn.”

Kaçan da zanîn piştî êrişê, 2 şande ji Iraqê hatine Mexmûrê, şandeyeke muxabarata Iraqê bû, ya din jî ya polêsan bû. Hecî Kaçan derbarê şandeyê de jî got; “Li cihê bûyerê lêkolîn kirin, li malan geriyan û bi xwe bûyer dîtin. Heta niha Neteweyên Yekbûyî li me negeriyaye, bêdeng in."

Kaçan dawiyê li dijî êrişan bang kir: “Îro li ser Kurdan hemûyan konsepteke tinekirinê heye, êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê di vê çarçoveyê de têne kirin. Dixwazin wargehê ji hev belav bikin, Şengalê belav bikin û Kurdistanê dagir bikin. Heger li dijî êrişan helwêsteke neteweyî nebe, heger Kurd hemû li her derê bê helwêst bin, êriş wê dewam bikin. Divê Kurdên bi wijdan hemû, li ber êrişan rabin û bi vê dinya ker û lal bidin bihîstin. Ev rewşa xeter a li ser Kurdan, em bi hev re bi têkoşîneke mezin hemberî dijmin ji holê rakin.”

Iraqê bi xwe dît

Hevserokê Şaredariya Wargeha Mexmûrê, Bedran Pîran jî derbarê şandeya Iraqê de got; “Bi xwe hatin û cihê bûyerê dîtin. Malên ku zirer li wan bûye, bi çavê xwe dîtin. Ji me re gotin, ev li dijî sivîlan pêk hatiye û di nava wargehê de pêk hatiye. Gotin, em ê ragihînin aliyên peywendîdar.”

Pîran da zanîn ku wan ji şandeya Iraqê xwestiye, Iraq li dijî êrişê xwedî helwêst be û wiha dewam kir; “Êdî bêdeng nemînin. Me got, divê hûn rastiya êrişê ji dewleta Iraqê re bibêjin û divê wek dewlet helwêstek were nîşandan.”
Bedran Pîranî got, dema şandeya Iraqê li Mexmûrê bû, balafir li ser wargehê bû û wiha dewam kir; “Dema şandeya Iraqê hat, balafira bê mirov digeriya û wan bi çavê xwe dît. Wana bi xwe li balafirê temaşe kir, me ji wan re got, hun bi çavê xwe her tiştî dibînin.”

Êdî bes e!

Pîran dawiyê bang li Kurdên li Ewrupayê jî kir û got, “Divê Kurdên li Ewrûpayê biçin ber derê Neteweyên Yekbûyî, nerazîbûna xwe bidin nîşandan. Ji ber ku êriş dijî mafê mirovan e, bêdengî êdî heta cihekî û nayê qebûl kirin. Lazim e Kurd hemû rabin, êdî bes e!”

 

Em ê gavê bi paş ve neavêjin

Pêr bi şev jî balafirên Tirk gundê Barê ya Şengalê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de kesek birîndar bû. Piştî êrişê demeke dirêj balafir bênavber li ser herêmê firrîn. Ji ber vê, xelkê ÞŞengalê nekarî xwe zû bigihîne cihê bûyerê.

Piştî êrişê şandeyeke ji hêzên artêşa Iraqê ya li Şengalê serdana cihê êrişê kir, dîmen û wêneyên parçeyên roketê girtin, lê ti daxuyanî nedan.

Piştî çûyîna balafiran, xelkê Şengalê, li gel nûnerên xwe çû gundê Barê û kesê birîndar rakir nexweşxaneyê.

Li ser navê xelkê Şengalê endama TAJÊ Neam Bedel got, wan heta niha serî li ber êrişên dewleta Tirk û hevalbendên wê netewandiye, wê ji niha û pê ve jî netewînin: “Em vê êrişa dewleta Tirk û hevalbendên wê şermezar dikin. Ew çiqas li me bixin jî em ê gavê bi paş ve neavêjin, xwe û rêxistina xwe bihêztir û mezintir bikin. Em ji ti xwînvexwaran û dagirkeran natirsin. Ev planên dewleta Tirk û mala Barzanî ne. Em ê li ser axa xwe li ber xwe bidin.”

Daxuyanî bi dirûşma, ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.