Bi dilgermî tê pêşiwazîkirin

Şemî 28 Kanûn 2024 - 02:55

Di 13’ê Mijdara îsal de ku roja rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê ye, ji bo naskirina ‘Jenosîda Êzidiyan’ kampanyayek îmzeyan a bidest û dîjîtal hat ragihandin. Armanc ew e ku di serî de Iraq û hemû saziyên navnetewî û dewlet, fermana 3’yê Tebaxa 2014’an wek ‘Jenosîdê’ nas bikin. Kampanya ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û hemû sazî û dezgehên wê ve hatibû ragihandin. Meclîsa Gel û ya xweser a Xanesor, Serdeşt, Sinûnê û Digurê, di nav tax û kolanên Xanesorê de geriyan û îmze kom kirin. Endama Meclîsa Jinê ya Xanesorê Nûrê Şengalî girîngiya kampanya komkirina îmzeyê nirxand. Nûrê Şengalî diyar kir ku hemû meclîs û dezgeh kom dibin û di nav xelkê de wekî grûp belav dibin û got:“Ji bo ku em îmzeyan li dijî nasnekirina jenosîda ku hatiye serê me kom bikin em vê xebatê dimeşînin. Gelek dewletan jenosîd binav kirine, lê mixabin heta îro Iraqê hê nas nekiriye. Banga me ji bo gelê me ew e ku em hemû bibin yek deng, ji bo ku em van fermanan vala derxînin.”

Nûrê Şengalî bang li hemû kesî kir ku bibin yek û got:“Civaka me ya Êzidî ji her demê zêdetir li xwe xwedî derdikeve. Keç û jinên Êzidî îro perwerdekirî ne, çek û sîlah li milê wan e. Lê dîsa jî em di vê demê de di bin xeteriyê de ne. Banga me ji hemû miletê me re ye ku serî rakin, êdî bes e ji fermanan û esîr girtinê re, dema yekîtiyê ye.”

Em ê bi Iraqê bidin erêkirin

Endama Meclîsa Jinê ya Serdeştê Besê Avêsta bang li her kesî kir ku ji bo xebata îmzeyan kar bikin û got:“Gelek dewletan jenosîd dîtin û binav kirin. Mixabin Iraqê hê nedîtiye. Ji bo ku em jenosîdê bidin erêkirin, çi ji destê me bê, emê bikin. Kampanya me cîhanî ye, ne tenê Şengalî ye.”

Endama Meclîsa Digurê Semîre Sebrî jî da zanîn ku îmze komkirin wê li ser asta cîhanê be û got:“Emê hewl bidin heta du milyon îmze kom bikin. Nêzî 14 dewletan jenosîda ku hatiye serê civaka me, binav kirine. Divê Iraq jî nas bike û binav bike. Banga me ji hemû miletên azadîxwaz re ew e ku îmzeya xwe bidin, bi taybetî jî civaka me ya Êzidî divê îmzeyên xwe bidin.”

NÛJINHA/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.