Xelkê navçeya Dêrika Mêrdînê ji ber zêdebûna bikaranîna medeyên hişbirê bi fikar in. Piştî pêvajoya qedexeya derketina derve, hêzên leşkerî navçeyê dorpêç kirin, êrişên berfireh pêk anîn û piştre jî li her taxê qereqol hatin avakirin. Hema bêje li hemû serê girên Dêrikê qereqolên leşkerî hatin çêkirin û di ketina her taxê de cihên kontrolkirinê hene. Xelkê diyar kir ku tevî ewqas hêzên ewlehiyê û dorpêçê jî dewlet dengê xwe dernaxe û nerazîbûn nîşanî zêdebûna bikaranîna madeyên hişbirê dan.
Em teslîm dikin ew berdidin
Xelk ji ber negirtina tevdîran, gelek firoşkarên hişbirê bi derfetên xwe girtin, şîret li wan kirin û dawiya dawî teslîmî polêsan kirin. Li ser vê yekê firoşkarên hişbirê yên ku çend rojan an jî hefteyan nexuyabûn, ji nû ve dîsa derdikevin meydanê. Her çiqas xelk firoşkarên hişbirê li dor xaniyên kevn û kavilên dîrokî dibînin û hişyar dikin jî, ev der dibin navenda bikaranîna madeyên hişbirê.
Firoşkar bi serbestî digerin
Kavilê di bin qulûbeya cendirmeyan ya li taxa Çiya ya navenda navçeyê, bûye cihê sereke yê ku madeyên hişbirê lê tên bikaranîn. Di hundirê kavil de alavên bikaranîna madeyên hişbirê û bermayiyên hişbirê tên dîtin. Tevî ku Qeymeqamê navçeyê gotibû wê kavil were nûkirin jî, heya niha tu xebat nehatin kirin û îhtîmala xerabûnê ya kavil jî heye. Kavil heman demê de ji cihên sereke yên bikaranîna hişbirê ye.
Banê xaniyeke vala ya di heman taxê de ye jî, bi heman awayî ji hêla kesên hişbirê vedixwin ve tê bikaranîn û firoşkarên hişbirê şev li kolanên wê taxê bi serbestî digerin.
Piştî 2015’an belav bû
Xelk pê piştrast e ku madeyên hişbirê bi destê hêzên leşkerî dikevin navçeyê destnîşan dikin ku tiştek nayê kirin û zaroken wan ditirsin ku derkevin kolanan.
Kesê ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe bêje destnîşan kir ku ew her şev bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got:"Zarokên me di bin telûkeyê de ne. Her kes dibîne, lê nikarin bi wan. Li her dereke Dêrikê, hişbir tê firotin. Em wek şêniyên taxê neçar in ku her şev didin pey firoşkarên hişbirê. Em wan digirin lê belê heman kes roja din dîsa li kolanan in. Bi awayeke eşkere çav li wan tê girtin. Piştî sala 2015’an belavî her cihekê bûn. Taybetî jî li vê taxê difiroşin. Li Dêrikê hema bêje li her derê qereqol heye, li her kolanê qemere hene. Ma Midûriyeta Polîsên a ku ji her tiştî agahdar dibin ji vê yekê nehaydar e. Her tişt bi eşkere li ber çavan e, lê kes mudaxeleyê nake.”
MA/MÊRDÎN