Bi dengê xwe guhertinê bikin

Duşem 18 Kanûn 2023 - 00:30

Îro hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ye. 16’ê Kanûnê hilbijartina taybet a hêzên leşkerî û koçberan pêkhat. Li gorî komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê rêjeya beşdarbûna hilbijartina taybet a parêzgeha Neynawayê ji sedî 75 bûye. Ji bo xelkê Şengalê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bîne, Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî bang kir û xwest xelkê Şengalê xwedî li îradeya xwe derkeve. Hisên Hecî ji Şengaliyan xwest, bi hemû hêza xwe tevlî hilbijartinê bibin û got:“Divê hemû xelkê me bi hemû hêza xwe serferber bibin û biçin ser sindoqan, destûr nedin dengê wan bişewite û nekeve xizmeta hinek din.”

Hecî di dewama axaftina xwede îşaret bi girîngiya hilbijartinên parêzgeha Neynowayê jî kir û got:“Dengê xwe bidin wî mirovê cihê baweriyê be, li çiya maye û şer kiriye. Eger em îro xwedî li xwe dernekevin, xwedî li Şengalê dernekevin, wê weke beriya fermanê û piştî fermanê dîsa hemû mafê Êzidiyan were xwarin.” Hevserokê PADÊ da zanîn eger, xelkê Şengalê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin, wê bikarin guhertineke cidî di siyaseta dijî Şengalê de çêbikin û got:“Lê em bawer dikin, xelkê me wê vê carê biçin ser sindoqan û bikarin guhertineke cidî di siyasetê de çêbikin. Bi deng û îradeya xwe dikarin dîwarê tirsê yê hatiye lêkirin, rakin û guhertinê çêbikin. Eger gel baweriyê bidin mirovê xwe wê ew jî xwedî li xelkê xwe derkevin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.