Meşên dirêj ên li bajarê Fransayê Marsîlyayê û bajarê Elmanyayê Dusseldorfê bi coşeke mezin dewam kirin. Meşa Marsîlyayê îro bi mîtîngê bi dawî dibe. Meşa dirêj a ciwan û înternasyonalîstan jî wê îro bi mîtînga girseyî ya li bajarê Elmanyayê Freiburgê bi dawî bibe. Çalakgerên meşa dirêj li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Garê jî rûreş kir.     
Kurdên li eyaleta NRW´yê ya Elmanyayê, bi wesîleya salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, doh dest pê kir. Meşê ji ber avahiya Parlamena Eyaletê bi daxuyaniyekê dest pê kir. Hevserokê FED-MED'ê Engîn Sever got, meşa îsal parçeyek ji pêngava 'Dema azadiyê' ye û jin û ciwanên Kurd wê di çarçoveya pêngavê de têkoşînê xurttir bikin.

Endamên Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk, YJK-E, Tevgerên Ciwanan TÊKO-JIN û TCŞ'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Meş doh bi mîtînga li pêşiya DGB´ê bi dawî bû.

Li Marsîlya meş berfireh bû

Li Marsîlyayê jî doh roja diduyê ya meşa xwe bi dawî kirin. Ciwanên ji bajarên Bordeaux, Toulouse, Montpellier û Dragounyanê tevlî çalakiyê bûn. Hejmara çalakgeran doh zêdetir bû. Çalakger îro saet 09:00´an li St. Antioneyê kom dibin û heta meydana Jouliette ya Marsîlyayê dimeşin. Çalakî wê li meydana Vieux Portê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

Înternasyonalîst li dijî dagirkeriyê ne

Çalakgerên meşa dirêj a ciwan û înternasyonalîstan jî doh li Freiburgê bi daxuyaniyekê dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Garê rûreş kir û desteka xwe ya ji bo gerîlayên Kurdistanê eşkere kir. 

Ev çalakî îro saet 13.00´an li Meydana Stuhlinger Kirchplatzê bi beşdariya xelkê bi mîtîngekê bi dawî dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN