Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, “Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê 6 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrişê û 319'an jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.”
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser çalakiyan û êrişên dagirkeriyê bi vî rengî ne;
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl
20'ê Hezîranê saet 16:00´an bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hate xistin.
Li herêma Xakurkê
21'ê Hezîranê saet 18:50'î de bi çekên giran li dagirkerên li qada Girê Lêlikanê hate xistin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
18 û 20'ê Hezîranê, qadên Golka û Gundê Şêlazê yên Metînayê 3 caran, di 20'ê Hezîranê de qada Girê Şehîd Heqî ya li Xakurkê carekê, 20'ê Hezîranê qada berxwedanê ya Girê Bahar a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
21'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Çemço û Sîda yên Zapê 4 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
18, 19, 20 û 21'ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê Bahar ên Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî û Golka yên Metînayê, Qadên Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamûran û Ava Lolanê yên li Xakurkê 319 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”
BEHDÎNAN