Bi 4 ziman û 4 jinan Çar û Mar

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Mijdar 2020 - 23:23

Koma Çar û Mar koma 4 jin, 4 ziman û 4 serpêhatiyan e li bajarê Mêrsînê. Ew bi helbest, muzîk û çîrokên xwe dengên jinan radigihîne. Navê wê ji çar (4) a Kurmanciyê û Mara (Jin) ya Erebî ye.

Endama Koma Çar û Mar, hunermenda ereb Yelîz Guzel, dibêje, ewilî 3 jin bi helbest, muzîk û çîrokan dest bi xebatên komê kirine. Endameke komê Kurd, yek Ereb û yek jî Tirk bûye.Niha xebatên xwe bi 4 jin, 4 ziman û 4 serpêhatiyan didomînin. Yelîz Guzel dibêje, "Em hem li dijî şideta derûnî hem jî li dijî şideta fizîkî li ber xwe didin û dixebitin."

Endama komê, helbestvan Jana Med Înanç jî Kurd e. Ew dibêje, "Gava ez bi Kurdî distrêm yan jî helbestan dixwînim tesîr li min dibe. Gava bi Tirkî tê xwendin jî tesîrê li me dike. Em bi zimanên cuda dibin yek. Me li gor ruhê hunerê, her 4 ziman anîn cem hev û me xwest em tiştekî xweşik derxînin holê."

Endama komê Dîlek Îder, Tirk e. Ew dibêje, "Me xwest em bi rêya hunerê dengê xwe ragihînin, hêza jinê bidin der. Her kes çîroka xwe bi awayekî dibêje." 

Endama komê Melîsa Tûra jî endama herî ciwan û Melez e. Ew jî dibêje, "Êdî divê dengê jinan bê bihîstin. Em di serdemeke werê de ne ku şideta li dijî jinê pirr bûye."

MA/MÊRSÎN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.