Bi çalakiyan ‘Êdî dem eʼ

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 28 Sibat 2021 - 16:30

  • Çalakiyên di çarçoveya pêngava "êdî dem e" de li seranserê Ewrûpayê dewam dikin. Çalakiyên rûniştinê yên li Frankfurt, Dusseldorf û Marsîlyayê bi çalakiyên girseyî bi dawî bûn.

Li gelek bajarên Elmanyayê û li bajarê Fransayê Marsîlyayê çalakiyên rûniştinê yên hefteyekê yên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, dawiya hefteyê bi meş û mîtîngan bi dawî bûn. Çalakiya li paytexta Swêdê Stockholmê jî dewam dike.

DUSSELDORF: Ji duşema bihurî ve çalakiya rûniştinê hebû. Çalakî bi meşekê bi dawî bû. Kurdistaniyên li eyaleta NRW’ê ji roja duşema bihurî ve ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê dikir. Çalakî ji aliyê FED-MED’ê ve hatibû organîzekirin. Meclîsên jinan ên ku pêkhateyên YJK-E NRW’yê ne, endamên NCDK’ê, Tekojin, PYD, NAV-YEK û FEDA tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya rûniştinê bi meşeke girseyî bi dawî bû. Di meşê de posterên Ocalan û pankarta ‘Dema wê hatiye, azadî ji Ocalan re’ hate hildan. Di çalakiyê de berxwedana Garê jî bi pankartekê hate silavkirin. Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever got, “Fedaiyên li ser xeta Rêbertî û têkoşîna gelê me, ev êriş şikandiye. Em ê têkoşîna xwe geştir bikin. Li ser navê YJK-E’yê Kezban Dogan jî got, “Rêbertiya me 22 sal in tecrîdkirî ye û lê bi paradîgmayeke nû berxwedan di asta bilind de pêk anî. Em tevgera jinan, berxwedana Rêbertiya xwe ji xwe re dikin esas.”

HANNOVER: Li bajarê Hannoverê ya Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û piştgiriya girtiyên di greva birçîbûnê de hate kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku rejîma faşîst ji xeynî zext û zilmê tiştekî nikare ava bike.

FRANKFURT: ‘Kitêbxaneya Rêbertiyê’ ya ku ji bo danasîna paradîgmaya RêberAbdullah Ocalan bi gelek minîbus û otobusan li Ewrûpayê geriyan. Minîbûsa ji Saarbruckenê dest bi tura xwe kir, li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê tûra xwe qedand. Kurd û dostên wan ên ji Frankfurt, Darmstadt, Hanau, Offenbach, Mainz, Giessen û Saarbruckenê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê derbarê jiyan û şertên tecrîdkirina Ocalan de xelk hat agahdarkirin. Li ser dezgeha li ber Kitêbxaneya Ocalan kitêbên wî, broşur û materyalên agahdarkirinê hatin belavkirin. Li bajêr ji duşema bihurî ve çalakiya ji bo azadiya Ocalan dewam dikir.

MARSÎLYA: Li başûrê Fransayê çalakiya rûniştinê ya hefteyekê, li Marsîlyayê bi mitîngê bi dawî bû. Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Marsîlyayê bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Bordeaux, Montperllier, Marsilya, Toulouse û Draguignanê hatî lidarxistin, bi mitîngekê bi dawî bû. Di tevahiya dema çalakiyê de belavok hatin xwendin û belavkirin.  Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan jî di çarçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo dadgehkirina dîktator, 100 hezar îmze” de îmze kom kirin. Ji bo paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewrûpayê bidin naskirin, dezgeh hat danîn û kitêb hatin belavkirin. Kurdistaniyan ji bo azadkiririna fizîkî ya Ocalan jî name ji NY’ê re şandin.

STOCKHOLM: Kurdên li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bi kon dabûn destpêkirin, çalakî di roja çaran de didome. Kurd li Meydana Myntttorget a li pêşiya parlamenê hatin ba hev û çalakî kirin. Çalakger derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan û gelê Kurd de xelkê agahdar dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.