Doh li seranserê Rojava jin li meydanan bûn û çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de Kongra Star a Girê Spî meşek bi beşdariya bi sedan kesên ji Eyn Îsayê li dar xist.
Meşê ji ber mizgefta mezin dest pê kir û heta bi Çerxerêya Şehîd Cûdî dewam kir. Di meşê de beşdaran wêneyên şehîdên komkujiya Helencê Zehre Berkel, Hebûna Mela Xelîl û Emîne Weysî, her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan. Li çerxerêyê endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Luceyn Salim 8′ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bend şikandin û piştî Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke mezin raber kir. Meş bi dirûşmên ′Bijî jina azad′ bi dawî bû.
ANHA/EYN ÎSA