- ‘’Di dîrokê de gelek zordarî li jinê hate kirin. Êdî jin rabûye û daxwaza mafê xwe dike. Di dîroka Êzîdiyan de jî gelek jin hene ku ji zilaman zêdetir li ber xwe dane, serî hildane. Her yekê ji wan li wextekê, li cihekî li ber xwe da.”
Endam û rêveberên TAJÊ doh ji bo piştgiriya xwe nîşan bidin, çûn serdana navenda Asayîşa Êzîdxanê ya li Şengalê. Di serdanê de Asayîşa Êzîdxanê jî roja 8’ê Adarê li jin û dayikên Êzîdî pîroz kir. Li aliyê din YJŞ´ê bi boneya 8´ê Adarê peyamek da û got, “Jin wê bi berxwedanê azad bibe.”
Li Şengalê 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ev hefteyek e ku bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Îro jî li Deriyê Kersê şahiyeke mezin a bi boneya 8’ê Adarê bi rê ve diçe.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, ji bo piştgiriyê çû serdana navenda Asayîşa Êzîdxanê. Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê jî bi destegulan endamên TAJÊ pêşwazî kirin û 8’ê Adarê li wan pîroz kir.
Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Xalit Qasim derbarê serdana TAJÊ de got: “Jinên Şengalê û dayikên me ji bo asayîşa xwe, xwedî sekn û helwêst in. Hatina wan hêz û qewet da me. Em jî dibêjin, roja 8’ê Adarê li jinên cîhanê, li dayikên Êzîdî pîroz be. Li dayik û xwişkên me yên di destê DAIŞ’ê de li benda azadiyê ne, pîroz be. Em ê wan ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.”
Jinan her li ber xwe daye
Xalit Qasim bal bire ser têkoşîna azadiya jinê û got, “Di dîrokê de gelek zordarî li jinê hate kirin. Êdî jin rabûye û daxwaza mafê xwe dike. Di dîroka Êzîdiyan de jî gelek jin hene ku ji zilaman zêdetir li ber xwe dane, serî hildane. Her yekê ji wan li wextekê, li cihekî li ber xwe da.”
Her li pişta Asayîşa Êzîdxanê ne
Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî çû serdana Asayîşa Êzidxanê û got, ew ji bo piştgiriyê çûne serdana asayîşê: “Me serdana wan kir, wan jî 8’ê Adarê li me pîroz kir. Heta yek ji me jî hebe, em ê piştevanê asayîşa xwe bin, piştevaniyê li zarokên xwe bikin. Asayîş zarokên me ne.”
Jin jiyan azadî dirûşma sedsalê ye
Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî bi peyamekê 8’ê Adarê pîroz kir û got; “Em weke hêzên YJŞ’ê vê rojê li Rêber Apo, hevalên di çeperên şer de, li jinên bexwedêr bi dil û can pîroz dikin. Em careke din dibêjin, jin wê bi berxwedanê azad bibe.”
Fermandariyê got, “Ji bo me 8’ê Adarê nîşaneya keda jinê ye. Li hemberî neheqî û qirkirinê bi wateya israra têkoşîna azadiyê ye. Ji bo jinên rêxistinkirî, xwedî vîn û xweparastinê, her rojên salê, rojên jinê ye.”
Fermandariya YJŞ’ê diyar kir ku bi vê têgihiştinê, li Şengalê li ser mîrateya 8’ê Adarê, têkoşîn tê meşandin û îşaret bi kesayetên berxwedêr ên Berîvan, Binevş, Arîn, Nazê û Şîlan kir. Fermandariya YJŞ´ê got, ew bi xwefedakirinê, bi tevlîbûna dilxwazî ya nava cenga azadiyê, vê rojê pêşwazî dikin û wiha dewam kir: “Bi vî awayî her roj bi rengê jinê xemiliye, her kêlî bi pêşengiya jinê dimeşe. Xwezaya jinê ji her demê bêhtir rohnî bûye. Ya herî girîng jî, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bûye dirûşma sedsala 21’ê.”
Di dawiya daxuyaniyê de fermandariyê 8’ê Adarê li milîtanên jin ên di çeperên şer de û li dayikên serhildêr pîroz kir û got, “Em weke hêzên YJŞ’ê vê rojê li Rêber Apo, hemû hevalên di çeperên şer de ne, li hemû jinên bexwedêr bi dil û can pîroz dikin. Em careke din dibêjin, jin wê bi berxwedanê azad bibe.”
ŞENGALÊ