Bi ber bayê lîstika tirko nekevin

Yekşem 8 Mijdar 2020 - 16:15

  • Dayika Aşitiyê Rahîme Înce û Helbestvan Zozan Gulan têkildarî rageşiya PDK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe, bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir da ku nebe sedama "birakujiyê"

Dayika Aşitiyê Rahîme Înce û Helbestvan Zozan Gulan têkildarî rageşiya PDK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe, bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir da ku nebe sedama "birakujiyê" û gotin: "Em yek in. Barzanî dixwaze sînor dane nava hêzên kurdan. Birakujî xwekujî ye." 
Înce, bang li Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî kir ku bila di nava kurdan de şer çênebe û got: “Bila kek Barzanî nekeve tora dewleta tirko. Em bang li wî dikin ku bila bira birayî nekuje. Birakujî bila rabe. Êdî bila dayik negirîn. Dinya dê bi me bikene, dê bibêjin ‘kurd kurdan dikujin.’ Em vê yekê naxwazin. Em aştiyê û biratiyê dixwazin. Zarokên wan jî bimirin yên me ne, yên me jî bimrin yên wan in. Bila hêsirê çavên dayikan êdî nebarin. Eyb e, ev di nav dinê de rûreşiyeke mezin e.”
Helbestvan Zozan Gulan jî, diyar kir ku ew wêjevan û rewşenbîrên kurd bi gengeşiya di nava hêzên kurdan de gelek xemgîn in û got: “Destpêkirina şerê di nava hêzên kurdan de perçekirina gelê kurd e. Mirov dikare bibêje ev şerekî malbatî ye. Û ji bo berjewendiyên malbatî tevdigerin. Em rewşenbîr û wêjekarên kurd vî şerî qebûl nakin. Dema behsa şerê birakujiyê tê kirin, em dibêjin ‘birakujî xwekujî ye’. Em nikarin xwe li şerê navxweyî ragirin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.