Bi bedewiyên welatê xwe re bû yek

În 21 Sibat 2025 - 03:45

  • YJA Starê ragihand ku Nesrîn Bêrî-Yayla Kizilkaya di Mijdara 2024'an de şehîd bû û got:"Bi navê tevger û artêşa jinê, em hevrêya xwe ya ku cihê wê nayê dagirtin bi hurmet û minet bi bîr tînin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê şehadeta fermandar Nesrîn Bêrî ragihand. Di daxuyaniya fermandariyê de wiha tê gotin:’’Hevrêya me Nesrîn Bêrî – Yayla Kizilkaya li ser bingehê welatparêzî û berxwedêriya Amedê mezin bû, lêgerîna xwe ya azadiyê di tevger û felsefeya Rêber Apo de şênber kir û berê xwe dayê, di jiyana xwe ya têkoşîna 30 salan de li ser bingehê pêdiviyên vê yekê sekneke şoreşgerî raber kir. Hevrêya me di meha Mijdara 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Weke tevgera jinê û hêza artêşê, cihê hevrêya me nayê dagirtin. Em hevrêya xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, ji malbata Kizilkaya ya hêja, gelê xwe yê welatparêz û jinên azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku teqez tola wê hilînin û bîranîna şehîdên xwe bigihînin serketinê.

Bû fermandara xurt a pêşenga şer

Sala 1993’yan rastiya gerîlayên jin derbasî qonaxa artêşbûnê bû, zanebûn û têkoşîna zayendî bi nasnameya jina azad re bû yek. Di vê pêvajoyê de heval Nesrîn beşdarî nava refên gerîla bû; bûye hevrêyek ku li qada Gabar a Botanê artêşbûna jinê bi coşeke mezin pêşwazî kir, li ser bingehê îradebûna jinê, ayîdiyeta xwe û welatparêziyê têkoşîna xwe bi jiyan û pratîka xwe raber kir. Hevala me Nesrîn di nava refên gerîla de ji bo Rêbertî rast fêm bike û hevrêtiya bi Rêbertî re bike navenda jiyana xwe bi zanebûn, hest û nûneriya xwe tevgeriya. Bûye hevrêyek ku li ser bingehê avakirina dilnizmî, kedkarî, cesaret û wateyê di peywendiyên hevrêtiyê de zehmetî dikir para xwe, ti carî nediwestiya û nedisekinî, li dijî dijmin helwestek zelal raber kir, bi bedewiyên welatê xwe re bû yek û ev yek bi tevlîbûna xwe ya bicoş û kenê xwe bêhempa nîşan da. Li ser vî bingehî bû xwedî sekneke ku bi artêşbûna jinê re gavên jiyana gerîla avêt, her ku çû bû hêza fermandariyê ya artêşa jinê, di serî de Botan li gelek qadên mîna Behdînan, Zagros û Qendîlê berpirsyarî girt ser xwe, hevrêyên xwe perwerde kir, zanebûna Rêbertî qezenc kir û pêş xist, li hemberî hemû êrîşên dijmin weke kesayeteke fermandariyê ya xurt pêşengî ji şer re kir. 

Em ê hesab ji dijmin bipirsin

Heta dema şehadeta xwe bi fermandariya xwe ya xurt mînakek şer a mezin raber kiriye. Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku Rêber Apo li Sûrên Amedê bi gelê me û jinan re li ser bingehê azadiyê were ba hev û ew jî vê yekê bibîne. Di nava refên artêşa me de ji fermandariya mangê destpê kir û heta asta fermandariya eyaletê berpirsyarî girt ser xwe. Hevala me Nesrîn weke hêza fermandariyê ya YJA Starê wezîfeyên giran bi serketî pêk aniye. Hevrêya me ya evîndarê gel û azadiyê, bi tevlîbûna xwe kedekî mezin afirand. Qasî êşa kûr a şehadeta wê, em ê ewqasî jî ji kesayeta wê ya xurt hêz bigirin û tiştên ku di jiyana xwe de temsîl kirine rast fêm bikin û mîrateya wê bigihînin siberojê. Biryardariya me bêdawî ye ku em rastiya dijmin a li ser esasê desthilatdariya mêr, têk bibin. Li ser vî bingehî weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em biryardariya bi serxistina vê têkoşînê li ser navê hemû hevrêyên xwe dubare dikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku xeyala herî mezin a şehîdên me ye, afirandina jiyana azad û welatê azad armanca me ya herî mezin e. Em minetdarê malbata xwe ya Kizilkaya ne ku rastiyeke wisa hêja ya jina pêşeng mezin kirine. Em car din sersaxiyê ji malbata xwe ya hêja re dixwazin. Em ê hesabê vê hîn zêdetir ji dijmin bipirsin û bi destxistina jiyana azad bersivê bidin. Li ser bingehê dilsoziya bi şehîdan re, têkoşîn meşandin û bi ser ketin yekane jiyana bi rûmet e." Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Nesrîn Bêrî bi vî rengî ne:

Nesrîn Bêrî (Yayla Kizilkaya), li Amedê jidayîk bûye, Mijdara 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.