Bi bêbextî Menal Mêrdîn şehîd kirin

Çarşem 4 Çile 2023 - 15:30

  • Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Li Şengalê bi destê MÎT´a Tirk û PDK´ê Menal Mêrdîn şehîd bû.

Rêveberiya Xweser a Şengalê îro bi daxuyaniyekê ragihand roja 2’yê Çile, li nehiya Tilezêr a Şengalê di encama suîqesteke bêbext a bi destê dewleta Tirk û PDK’ê de şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn (Mehmet Emîn Karatay) şehîd bûye. Rêveberiya Xweser got, “Em ji dewleta Tirk a dagirker û PDK’a xiyanetkar re careke din dibêjin, hûn çi bikin jî hûn nikarin îradeya me bişikînin. Em ê hesabê fermanê ji wan bixwazin. Em ê hesabê şehîdkirina hevalê Menal ji wan bixwazin.”
Rêveberiya Xweser a Şengalê got, Menal Mêrdîn ê ku 43 salan di nava tevgera azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtiye, di 2’yê Çileyê 2023’yan de li nehiya Tilezêr a Şengalê bi destê dewleta Tirk û PDK’ê hatiye şehîdkirin. di dewamê de hat gotin,
“Hevalê Menal Mêrdîn, Ji 43 salên têkoşîna xwe, 20 sal di zindanên dewleta Tirk a dagirker de bihurandin û li ber zext û êşkenceyan serî netewandiye.

Piştî fermanê jî berê xwe da Şengalê da ku birînên civaka Êzîdî bipêçe, bi zanebûn û tecrûbeya xwe xizmeta civaka Êzîdî bike. Wî pirtûkek dinivîsand. Ji bo vê jî demekê li Serdeşta Çiyayê Şengalê ma, li vê derê xwest civaka Êzîdî, Çiyayê Şengalê û Ezdatiyê ji nêz ve nas bike. Piştê vê xebatê jî ji Serdeştê berê xwe dabû Tilezêrê. Wî dixwest pirsgirên civaka Êzidî çareser bike, ji pêdiviyên civakê re bibe bersiv. 
Hevalê Menal di 02.01.2023’an de, li Tilezêrê rastî êrîşeke bêbext hat. Li mala ku kar û xebatên xwe yên civakî û rewşenbîrî dimeşandin, bi suîqastê di nav malê de hate şehîdkirin. Ev êrîş bi destê MÎT’a Tirk û PDK’ê ve hatiye kirin. Ev êrişeke bêbext a plankirî ye. Em dixwazin vê agahiyê jî bidin raya giştî, di saetên ku ev êriş çêbûyî de, balefira keşfê ya dewleta Tirk jî li ser Tilezêrê bû. Xuya û zelal e ku ev êriş ji aliyê MÎT’ê û PDK’ê ve hatiye plankirin û kirin.

Em ji dewleta Tirk a dagirker û PDK’a xiyanetkar re careke din dibêjin, hûn çi bikin jî nikarin îradeya me ya bişikînin. Em ê hesabê fermanê ji wan bixwazin. Em ê hesabê şehîdkirina hevalê Menal ji wan bixwazin. Û em dizanin, dewleta Tirk û PDK dixwazin Şengalê dorpêç bikin, civaka Êzîdî ji dostên xwe qut bikin. Lê ew çi bikin jî nikarin di vê siyaseta xwe ya qirêj de bi ser kevin. Civaka Êzîdî dostên xwe jî baş nas dike, dijminên xwe jî. Û em dibêjin, çawa ku dost û xêrxwazên civaka Êzîdî xwedî li Şengalê derketin, em ê jî xwedî li keda wan derkevin. Weke Rêveberiya Xweser a Şengalê em sersaxî ji malbata hevalê Menal, ji nas û dostên wî re jî dixwazin.

Îro jî erk û berpirsyariya me ya civaka Êzîdî ye ku em xwedî li keda şehîdan derkevin û ji dijminên xwe hesabê van êrişan bixwazin.

Ji bo sekn û helwêsta xwe ya li hemberî van êrişan nîşan bidin, em ê sibe (05.02.2023 ) meşeke girseyî bikin. Meş wê saet di 13:30’an de li ber Meclîsa Gel a Tilezêrê dest pê bike û li ber Çarxerêya 14’ê Tebaxê xilas be. Em ji gelê xwe yê Tilezêrê, û gele xwe hemûyî dixwazin ku ji bo hesabê van êrişên qirkirinê bixwazin, tevlî meşê bibin.”

ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.