HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:“Em careke din soza xwe nû dikin ku armanca bilind a şehîdên xwe bi cih bînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, ev daxuyanî da:
“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi ruhê fedayî yê Apoyî, îradeya bênavber û lehengiyeke mezin li hemberî êrîşên dagirkeran ên bi her cure bombeyên qedexe û teknîka şer têdikoşe. Gerîlayên me tu carî ji berdêldanê nereviyane. Hevrêyên me Ozgur Ronî, Armanc Cemre, Avesta Sîpan û Engîn Tolhildan ku bi vê hişmendî, hest û baweriya serketinê têkoşiyan, di êrîşa dijmin a 17’ê Tîrmeha 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.
Em hevrêyên xwe yên şehîd ku zarokên herî hêja yên gelê me ne, di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin, malbatên hêja yên hevrêyên me di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yên welatparêz re dixwazin.
Hevrêyê me Ozgur li navçeya Qelqelî ya Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2009’an de ji Stenbolê tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me Ozgur di serî de Zap, Avaşîn û Metîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li dijî tevgera dagirkeriya ya artêşa Tirk a dagirker, bû xwedî tekoşîneke bê eman. Bi jiyana xwe ya derwêşane, li ser hevrêyên xwe bandoreke watedar kir û di pêşketina hevrêyên xwe de bû xwedî kedeke mezin.
Hevrêya me Armanc ji malbata welatparêz Zugurlî ye ku li gundê Fîsê ya ku ji bo damezirandina partiya me malovanî kir. Lê ji ber zextên dewletê malbata hevrêyê me neçar ma koçî bajarê Duzceyê bike û hevrêya me li vir jidayîk bû. Di sala 2015’an de li Nisêbînê tevlî berxwedanê bû. Di dema paşdevekişandinê de dîl kete destê dijmin û nêzî salek û nîvê di zindanê de ma. Piştî derket yekser berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Armanc ji bo di xeta Zîlanan de bibe hevrêyeke rast a Rêber APO, tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrê Armanc bû mînakeke şênber a milîtanbûn, şer û xweşikbûna jinê. Bi tekoşîn û sekna xwe ya milîtaniyê, bû xwedî tevlîbûneke layiqê Rêbertiyê û hevrêyên şehîd.
Hevrêya me Avesta li Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Avesta ji bo di gerîlatiya modernîteya demokratîk de şareza bibe û bibe milîtaneke YJA Starê ya li gorî taktîka serdemê, perwerdeya pisporiyê wergirt û bû gerîlayeke pispor. Hevrêya me Avesta di jiyana me ya ku jin tê de pêşeng e, bi nirxên komûnal û kolektîf, bi têgîhîştina tekoşîneke watedar, nirx afirandin. Bi tevlîbûn û tekoşîna xwe, kete ferqa hêza jinê. Hevrêya me Avesta biqasî tekoşîna xwe, wê bi şehadeta xwe jî bibe pêşengê hevrêyên xwe.
Hevrêyê me Engîn li gundekî navçeya Kercewsê ya Êlihê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî ya li ser bingeha Parastina Cewherî, tevlî xebatên YPS’ê bû. Ji bo bibe layiqê Rêber APO û şehîdan, tekoşîneke bêhempa meşand. Bi biryardariya xwe ya tekoşînê, bi baweriya xwe ya serketinê, bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Engîn xwe di xeta jina azad de berpirsiyar dît, li hemberî taybetmendiyên xwe yên klasîk tekoşîneke mezin da. Bi taybetmendiyên xwe yên têgîhîştî, dilnizm, kedkar û jêhatî, di bîra hevrêyên xwe de cih girt.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye;
Ozgûr Ronî (Ozgûr Alpaslan), li Wanê jidayîk bûye, 17’ê Tîrmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Armanc Cemre (Fatoş Zûgûrlî), li Duzce jidayîk bûye, 17’ê Tîrmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Avesta Sîpan (Derya Altintaş), li Wanê jidayîk bûye, 17’ê Tîrmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Engîn Tolhildan (Huseyîn Bagci), li Êlihê jidayîk bûye, 17’ê Tîrmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN