Bi balafiran li Şengalê dan

Sêşem 23 Gulan 2023 - 15:05

Droneyeke bi çek a artêşa Tirk a dagirker, maleke li gundê Xelef ê ser bi Herêma Barê ya Şengalê, bombebaran kir.

Li gorî agahiyan, doh sibehê, dorneyeke dewleta Tirk a dagirker, malek li gundê Xelef ê ser bi Herêma Barê ya Şengalê, bombebaran kiriye.

Nehat zanîn bê ka di encama êrişê de tiştek bi kesekî hatiye yan na.

Serweriya axa xwe biparêze

Meclîsa Erebên Şengalê li ser êrişa dewleta Tirk a li gundê Xelef daxuyaniyek da. Hevserokê Meclîsa Erebên Şengalê Ebû Seqîr daxuyanî da û got, “Li ser navê meclîsê em êrişê şermezar dikin. Em dewleta Iraqê jî şermezar dikin û jê re dibêjin, serweriya xaka xwe biparêze. Weke gelê Şengalê, çi Ereb, çi Kurd, çi jî Êzîdî, em weke malbatekê li ser vê xakê dijîn. Me Iraqeke biçûk li ser axa Şengalê ava kiriye. Em bi hêvî ne ku Iraq jî Şengalê ji xwe re bike mînak. Weke xelkê Ereb, em bang li saziyên navneteweyî û cihên peywendîdar dikin da ku li ber êrişan rabin.”

Êşa we êşa me ye

Xelkê Wargeha Penaberan a Maxmûrê jî derbarê êrişa li dijê Şengalê daxuyaniyek da û got, “Êşa Şengalê êşa me ye. Hedefgirtina Şengalê, ji hedefgirtina Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê ne qut e. Berxwedana xelkê Mexmûrê li hemberî zextên artêşa Iraqê û êrişên li dijî Şengalê. bi hev ve girêdayî ne.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.