Bi 7 xelatan mohra xwe li Oscarê xist

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:21

Xelatên Oscarê yên sala 2024’an hatin belavkirin. Xelatên Oscarê ji hêla Akademiya Zanistên Hunera Sînemayê ya Emerîkî cara 96’an tên belavkirin. Ji bo xelatan li Los Angeles, li Dolby Theatre merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîma belavkirina xelatan de filmê Christopher Nolan ê bi navê “Oppenheimer” weke filmê herî baş û serketî hate neqandin. Film her wiha xelata “Derhênerê Herî Serketî” û xelata “Lîstikvanê Herî Sereketî” (Cillian Murphy) jî tê de bi 7 xelatan mohra xwe li merasîmê xist. Christopher Nolan bi vî filmê xwe behsa fîzîknasê Emerîkî yê bi navê Robert Oppenheimer dike.

Di kategoriya “Filmê Herî Serketî yê Biyanî” de jî filmê Jonathan Glazer ê bi navê “Zone of Interest” bû filmê herî baş. Derhêner bi vî filmî balê dibe ser Holokostê. Jonathan Glazer piştî xelata xwe wergirt axavtinekê kir û di vê axavtina xwe de helwêst nîşanî êrîşên li ser Gazzeyê da. 

Filmê bi navê “Anatomy of a Fall” ê Justine Triet jî xelata “Senaryoya Herî Serketî” wergirt. Her wiha belgefilma bi navê “Li Marîupolê 20 Roj” jî xelata “Belgefilma Herî Serketî” wergirt.

LOS ANGELES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.