- Xêzên li ser tabloyê Efrîn beriya dagirkeriyê, di dema Berxwedana Serdemê de û piştî derketina gel ji Efrînê dibêjin.
Bi boneya 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê bi destê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, Desteya Kar û Barên Civakî ya Şehbayê bi alîkariya Komîna Wênexêzan a herêma Efrînê projeya wênexêziyê ya li ser berxwedana gel a 58 rojan a li Efrînê bi rê ve bir. Tabloyeke 58 metreyan dirêj hat xêzkirin û pê çîroka xaka zeytûnan tê gotin.
Xêzên li ser tabloyê Efrîn beriya dagirkeriyê, di dema Berxwedana Serdemê de û piştî derketina gel ji Efrînê dibêjin. Ev proje li hola navçeya Ehdas bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser despêka mehê vebûye, tevî hê proje dewam dike jî li serdanê vebû û welatî çûn wê bibînin. Di projeyê de 15 wênexêz tabloyê xêz bikin. Axaftina vekirina projeyê, endamê Desteya Kar û Barên Civakî Egîd Xelîl kir.
Hevseroka Komîna Wênexêziyê Sabah Elî got, “Navê projeyê wênexêziyê çîroka xaka zeytûnan e. 15 wênexêz di vê projeyê de dixebitin. Me destpêka vê mehê dest bi projeyê kir, wênexêziya me dabeşî çar qonaxan dibe: Efrîn beriya dagirkeriyê, dema ku dewleta Tirk a dagiker Efrîn bi temamî dagir kir, çawa ku em bi neçarî ji Efrînê derketin û me berê xwe da herêmên din û ya çaremîn a dawiyê hêviya vegera Efrînê bi çanda Efrîniyan û bi cil û bergên folklorî biçin Efrînê.”
Proje wê heta Hezîranê dewam bike.
JÎNHA/ŞEHBA