Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, 300 şitlên daran danîn.
Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li seranserê Kurdistan û Ewrûpayê bi çalakiyên cûr bi cûr tê pîroz kirin. Li seytereya Mişterik a li bajarokê Xanesor a Şengalê, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, şitlên daran hatin danîn.
Zêdetirî 300 şitlên daran ji aliyê jinan ve hatin danîn. Jinên ku şitl danîn, dibêjin, ew ê sala 2022’yan bikin sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan.
ROJNEWS/ŞENGAL