Bi 24 qefesan tecrîd rûreş kirin 

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 15:45

Kurdên li Fransayê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, li pêşiya Parlamena Fransayê şermezar kir.

Bi pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) çalakî hate lidarxistin û ji bo îşaret bike bi helwêsta Konseya Ewrûpayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya beramberî mijarê, pankarta li serê nivîsandî "Min nedît, nebihîst, nizanim" hate daliqandin.

Her wiha pankarta li ser nivîsandî "Azadî ji Ocalan re" ya bi 23 zimanan hate daliqandin.

Xwepêşanderan, ji bo balê bikişînin ser Berxwedana li Îmraliyê ya 24 salan, li qadê 24 qefes bi cih kirin û li hundirê her qefesekê jî xwepêşanderek rûnişt. Çalakiyê 5 saetan dewam kir û bala parlamenter, xebatkarên parlamenê û xelkê taxê kişand ser xwe.

Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat li cihê çalakiyê axivî û got, yekane temînata aştiyê ya Rojhilata Navîn, Rêber Abdullah Ocalan e.

Şahîn Polat bal bire ser astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re û got, "Êdî kêr gihîştiye hestî. Birêz Ocalan hêviya aştî û azadiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest e. Dewlet û saziyên ku berpirsyariya xwe hene, divê tavilê erka xwe pêk bînin û weke gava destpêkê jî dawî li tecrîdê bînin."

Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a çalakiyê de hate ragihandin ku çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, wê dewam bikin.

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.