Bi 10 zimanan roja şanoyê pîrozkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 31 Adar 2025 - 00:45

Xwendekarên Şanoya Atolyeya Hunerê ya di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasa Amedê de xebatên xwe dimeşînin, bi 10 zimanan 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî bi parvekirina kurtevideoyekê pîroz kirin.

Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî ya ku di sala 1948’an de hate damezrandin, ji sala 1961’an û wir ve 27’ê Adarê wekî “Roja Şanoyê ya Cîhanî” qebûl kiriye û vê rojê her sal pîroz dike. Wekî hemû şanogerên dinyayê, şanogerên kurd jî vê rojê pîroz dikin. Xwendekarên Şanoya Atolyeya Hunerê ya di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşîne jî ev roj pîroz kir. Xwendekaran bi 10 zimanên mîna kurdî, almanî, rusî, spanyolî, hindî, îngilîzî, erebî, koreyî û tirkî, Roja Şanoyê ya Cîhanî bi parvekirina kurte videoyekê pîroz kirin.

Bi pîrozkirinê re gotina ‘Bûn an jî nebûn! Va ye hemû mesele ev e’ ya di lîstika Hamlet a nivîskar û şanonivîsê navdar William Shakespeare de derbas dibe, bi 10 zimanan dan pêş û ev roj pîroz kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.