Bez û lîstik ji bo jinên Kobanê

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 21:27

  • Li Kobanê pêşbirka ji lîstikên cihêreng hate lidarxistin. Ciwanên Kobanê bi vê pêşbirka sporê şa bûn.

Li Kobanê pêşbirka ji lîstikên cihêreng hate lidarxistin. Ciwanên Kobanê bi vê pêşbirka sporê şa bûn.

Bi pêşengiya Yekîtiyê Jinên Ciwan li Kantona Kobanê pêşbirka lîstikên cihêreng ên sporê ên weke beza bi kîs, hêk û rîv hate lidarxistin.

Pêşbazî li Lîstikgeha Hevaltiya Norwêc-Kobanê pêk hat.

Pêşbirkê bi rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre ji Rêveberiya Weqfa Jinên Ciwan û Werzîşê Nêrûz Mihemed axivî.

Nêrûz Mihemed got, li Kobanê jin xwe li her warî perwerde dikin û gihiştin asteke bi hêz. Mihemed her wiha got, ew ê li her warî parastina mafê jinê ji xwe re bikin esas.

Di dawiyê de jinên ku tevlî pêşbirkê bûn û bi serketin, xelat wergirtin.

ANF/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.