Nivîskar û Helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê, Bextiyar Elî Xelata Hilde Domin li Elmanyayê wergirt. Ev xelat sê salan carekê tê dayîn û ji nivîskar û helbestvanên mişext re veqetandiye.
Jûriya Xelatên Hilde Domin bi rêya telefonê bi Bextiyar Elî re peywendî danîn û mizgînî dan wî ku wan ew hêjayî xelata Hilde Domin a sala 2023’yê dîtiye.
Li ser hesabê xwe yê Facebookê, nivîskar Bextiyar Elî peyamek derbarê mijarê de belav kir û got; “Diviyabû em li bendê bin heta ku juriya Xelata Hilde Domin bi awayekî fermî serketiyên xelatan eşkere bike û bide çapemeniyê, lê belê, îşev komîtê bi fermî Bextiyar Elî wek xelatgirê nû yê Xelata Hilde Domin ragihand.”
Bajarê Heidelbergê, xelatê bi navê helbestkara Elman Hilde Domin dide. Ew weke dayika helbesta Elmanî tê zanîn û yek ji mezintirîn helbestvanên Elman ên sedsala 20’an e. Hilda Domin di heman demê de sala 1992’yê xelata yekem wergirt. Dinava xelatê de wekî din xelateke madî ya 15 hezar euroyî jî heye.
Nivîskar Bextiyar Elî li Elmanyayê sala 2017’an jî xelata Nelly Sachs wergirtibû ku yek ji muhimtir xelatên wejeyî yên Elmanyayê ye. Xelata herî mezin a wêjeyî ya Elmanyayê Deutscher Buchpreis e. Ev xelata ku li Frankfurtê tê dayîn heta niha nebûye nesîbê wêjeya Kurdî. Lê wêjeya Tirkî, bi hêmanên Kurdî yên di romanên Yaşar Kemal de sala 1997´an ev xelat wergirtibû, yanî Yaşar Kemal sala 1997´an li Paulskirche ya li Frankfurtê ev xelat wergirtibû.
NAVENDA NÛÇEYAN